Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê sibe du mijaran nîqaş dike

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dê sibe li ser mijarên hinardekirina petrolê û dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê bicive.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê sibe (Çarşem, 24ê Îlona 2025ê) dicive.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Encûmena Wezîran dê sibe mijarên hinardekirina petrolê û dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê nîqaş bike.

Her li ser dahatên negirêdayî petrolê, çavkaniyeke bilind ji Kurdistan24ê re got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ku 120 milyar dînaran wekî dahatên negirêdayî petrolê ji Bexdayê re bişîne, li beranberî wê jî divê Bexda mûçeyên Tîrmehê yên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.”

Encûmena Wezîrên Iraqê îro (Sêşem, 23ê Îlona 2025ê) di civîna xwe de biryar da ku, mûçeyên Tîrmehê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerc bike.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan jî amaje da, “Serokê Wezîrên Iraqê Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî erkdar kir ku, dest bi rêkarên şandina mûçeyên Tîrmehê yên fermanberên Herêma Kurdistanê bike.”

 
Fly Erbil Advertisment