Mesrûr Barzanî: Referandum roja serketina îradeya neteweya me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de referandum wek "biryareke wêrek a gelê Kurdistanê" û "roja serketina îradeya neteweya me" binav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25ê Îlona 2025an, bi boneya heştemîn salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir.

Di peyama Serokwezîr de hat: "Salvegera referandumê, roja biryara wêrek a gelê Kurdistanê, roja serketina îradeya neteweya me û roja hêvî û omîdê, li Serok Barzanî yê rêber û Pêşmerge, li malbatên serbilind ên şehîdan, li Pêşmergeyên qehreman û li gelê niştimanperwer û xweragir ê Kurdistanê pîroz be."

Referanduma dîrokî ya Kurdistanê

Heşt sal berê di rojeke wek îro de, di 25ê Îlona 2017an de, gelê Başûrê Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, bi coş û kelecaneke mezin berê xwe dan sindoqên dengdanê da ku di referandumeke dîrokî de biryarê li ser çarenûsa xwe bidin.

Encam nîşana vîna piraniya gel bû, ku bi rêjeya %92.7 dengê "Belê" ji bo serxwebûnê da. Tevî ku heşt sal derbas bûne jî, referandum hîn wek karteke siyasî ya bihêz û belgeyeke bêînakok di destê Kurdan de maye.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment