Rêbera Rastnivîsa Zimanê Kurdî li ser dezgehên parêzgeha Dihokê hat parvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Lijneya Bilind a Rêbera Rastnivîsa Zimanê Kurdî/Kurmancî bi alfabeya Erebî, ku Zanîngeha Dihokê jî hem seroka wê lijneyê bû û hem jî pareke girîng a vê rêberê bû, rêbera xwe amade kiriye û pêşkêşî hemî dezgehên parêzgeha Dihokê dike.

Serokê Zanîngeha Dihokê Dawid Silêman îro (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) got, “Hebûna rastnivîsekê ji bo awayê nivîsîna zimanî gelek girîng e. Berî niha gelek bizav hatine kirin ku hemî li ser awayekî nivîsîna Kurmancî ya bi alfebeya Erebî kok bin lê yekdengiyek li ser wê yekê çê nebûye.”

Dawid Silêman eşkere jî kir, “Hewcedariyekê wesa li me kir ku em gelek li ser vê mijarê bixebitin. Ew jî dîjîtalkirina devoka Behdînî bû, da ku em wê li Aıyê anko Zîrekiya Destçêkirî zêde bikin.”

Navbirî tekez jî kir, “Me wekî Zanîngeha Dihokê pêşengî kir û me bi aliyên peywendîdar re kar kir. Sê pêşniyar ji bo awayê nivîsînê hebûn; me yek ji wan hilbijart ku ev demeke li Zanîngeha Zaxoyê hatiye çêkirin û tê bikaranîn.”

Serokê Zanîngeha Dihokê amaje jî da, “Me aliyên têkildarî vî warî kom kirin, wekî Rêveberiya Parêzgeha Dihokê, Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê, Perwerde, Yekîtiya Nivîseran, Akademiya Kurdî û aliyên medyayî wekî Dezgeha Xanî. Me ji wan re got ku ev mijar pir girîng e û divê biryar li ser bê dan.”

Dawid Silêman herwesa ragihand, “Ew hemî razî bûn û destxweşî û pîrozbahî li me kir ku em li ser vê mijarê dixebitin. Biryar hat dan ku em biçin pêş. Me lijneyeke teknîkî çê kir û me bi hev re kar kir û hemî alî neçar bûn ku dest ji hin tiştên xwe berdin da ku gihîştiban yekdengiyekê.”

Navbirî amaje jî da, “Karê me wekî lijneya bilind hema bibêje bi dawî hat lê me li ber e ku her sal di meha Îlonê de bê dubarekirin. Yanî salê hemiyê pêşniyar û peyv û tiştên nû bên komkirin û kopiyeke nûtir ya vê rêberê derbikeve.”

 
 
Fly Erbil Advertisment