Asayîşa Silêmaniyê îtîrafên kujerê Ekber Hecî Rûstem parve kirin

Ekber Hecî Rûstem
Ekber Hecî Rûstem

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Silêmaniyê îtîrafên kujerê Ekber Hecî Rûstem parve kirin. Kujer dibêje ku, wî ew kes ji ber pirsgirêkeke pereyan kuştiye.

Li gorî wan îtîrafên ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Silêmaniyê ve hatine weşandin, kujer Erebekî 22 salî ye û navê wî Ebdilezîz Casim Mehmûd e. Piştî girtinê, wî îtîraf bi tawana xwe kiriye û niha bi biryara dadwerî û li gorî madeya 406ê ya Qanûna Cezakirinê ya Iraqê di girtîgehê de ye û lêkolîn jî berdewam in.

Kujerî di îtîrafên xwe de got ku, pirsgirêkên serederî û pereyan di navbera wan de hebûne û ji ber vê yekê jî ew kuştiye.

Kesayetiyê navdar ê devera Germiyanê û kadroyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ekber Hecî Rûstem li roja Duşemê (22ê Îlona 2025ê) di nav baxê xwe de li gundê Omerbilê yê girêdayî bajarê Kifriyê yê Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê hat kuştin.

Piştî wê tawanê, tawanbarî timbêl û mobîlên kuştî jî bi xwe re birin. Kujerî eşkere jî kir ku, ew piştî kuştina wî kesî bi rêya komelgeha Silêman Begê çûye Bexdayê û li devera Doreyê xwe di malekê de heşar daye.

 
Fly Erbil Advertisment