Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî konferansa salvegera "Nîqiyeyê" tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Îlona 2025an li Hewlêrê konferansa taybet a 1700emîn salvegera Encûmena Nîqiyeyê (Komcivîna Xiristiyanan a Nîqiyeyê) dest pê kir.

Li gorî bernameya konferansê, tê payîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferansê de gotarekê pêşkêş bike.

Herwiha konferans mêvandariya hejmarek patrîkên navdar ên Xiristiyanan ên ji Iraq û Rojhilata Navîn dike, ku ew ê jî gotarên xwe pêşkêş bikin.

Ev konferans weke yek ji bûyerên dîrokî yên herî girîng ên cîhana Xiristiyantiyê tê dîtin, ku tê de keşîş û patriyerk bi armanca belavkirina peyama yekîtî û nêzîkkirina bîr û baweriyan li hev kom dibin.

Armanca serekî ya lidarxistina konferansê, parvekirin û belavkirina nirxên Encûmena 'Nîqiyeyê' û xistina ronahiyê li ser bandora wê ya li ser cîhana nûjen e.

 
Fly Erbil Advertisment