Tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha rêzgirtina ji qewareya destûrî re hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Îlonê, pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Kongreya Niştimanî ya Iraqê Aras Hebîb Kerîm kir û di hevdîtinekê de rewşa giştî ya Iraqê, amadekariyên ji bo hilbijartinên dewra nû ya Encûmena Nûneran û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê hat kirin.

Herwiha hat destnîşankirin ku divê rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê bên dabînkirin.

 
Fly Erbil Advertisment