Ji ber nivîsa kurdî ya li ser formeyê, ceza li Amedsporê hat birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), bi hinceta ku li ser formeyên lîstikvanan nivîsên Kurdî hebûn, yaneya Amedsporê bi 110 hezar lîreyê Tirkî siza kir. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hemberî vê biryarê bertekeke tund nîşan da û ew weke biryareke "şermê" bi nav kir.
Amedsporê, di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem, ji bo sponseriya li ser sînga formeyên xwe bi kompanyayeke Amedî re li hev kiribû û li bin logoya kompanyayê bi Kurdî "Koma Me Bona We" nivîsandibû. Yane bi van formeyan derketibû pêşbirka li hemberî Sakaryasporê. Lê TFFyê bi hinceta ku "pabendî rênimayên cilûbergên werzişî nebûye", ev cezayê pereyan li klûbê birî.
Serokê Amedsporê bertek nîşanî biryarê da û ragihand, sêwirana forme û nivîsa li ser wê, berê hem ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ve hatiye erêkirin, hem jî Federasyonê bi xwe ev yek qebûl kiriye.
DEM Partî: Ev nêzîkatî dibe sedema êrişên nîjadperest
Li aliyê din, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari bi daxuyaniyeke hevbeş rexneyên tund li TFFyê girtin. Hevserokan diyar kirin ku ev biryar nîşana tahamulnekirina zimanê Kurdî ye û gotin: "Li Parlamentoyê Kurdî qebûl nakin, di futbolê de siza didin. Ev nêzîkatî dibe sedema êrişên nîjadperest."
Bakirhan û Hatîmogullari bang li federasyonê kirin ku "gavekê zûtir dev ji vê biryara şermê berdin" û lêborînê bixwazin û wiha gotin: "Em bi tu awayî vê neheqî û sitemê qebûl nakin."