Mesrûr Barzanî biryar da gojimê projeya ava Dukan-Silêmanî 3 bê zêdekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku, gojimê projeya ava Dukan-Silêmanî 3 ji bo sala 2025ê bê zêdekirin, da ku bi baştirîn awa û bi bilindtirîn kalitî bê bicîhanîn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 23ê Îlona 2025ê biryar da ku, gojimê Projeya Ava Dukan-Silêmanî 3 li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê bê zêdekirin.
Hatiye eşkerekirin jî ku, ew gojim ji 398 milyon û 486 hezar dînaran bo 423 milyon 890 hezar dînaran bi pereyê kaş, li ser budceya veberhênanê ya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê ya sala 2025ê tê zêdekirin.
Ev yek jî bi merema bicîhanîna wê projeyê bi baştirîn awa bilindtirîn kalitî hat kirin.