ENKSê li Şamê rewşa siyasî ya Sûriyeyê û paşeroja kurdan gotûbêj kir

Şam (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), li taxa Zorava ya Şamê, semînereke cemawerî lidar xist û tê de rewşa siyasî ya herêmê, paşeroja doza Kurdî û yekrêziya navxweyî gotûbêj kir. Di semînerê de hejmareke mezin ji siyasetmedar, rewşenbîr û welatiyên Kurd ên li Şamê amade bûn.

Serkirdeyên ENKSê tekezî li ser girîngiya hebûna encumenê li Şamê kirin û diyar kirin ku ev pêngav ne tenê asayî, lê belê "pêwîstiyeke lezgîn" e. Endamê Sekreteriya ENKSê Nîmet Dawid ji K24ê re ragihand: "Hebûna ENKSê li Şamê îro ne tenê xwezayî ye, lê pêwîst e jî, da ku wek hêzeke sereke di qada siyasî ya Sûrî û ya Kurdî de rola xwe bilîze."

Di semînerê de mijarên wekî Konferansa Qamişlo ya ji bo yekrêziya Kurdî û parastina mafên gelê Kurd di paşeroja Sûriyê de bi hûrgilî hatin nirxandin. Beşdaran amaje kirin ku ev cure çalakî ji bo agahdarkirina gel û bihîstina nêrînên wan girîng in.

Ji aliyê xwe ve, Neda Mihemed, yek ji beşdaran, bal kişand ser rola ENKSê di nûnertiya gel de û got: "Girîngiya hebûna ENKSê li Şamê gelek e. Bi vî awayî serokatiya ENKSê nêzîkî gelê xwe dibe û nêrînên xelkê werdigire da ku bi roleke mezin rabe."

Di dawiya semînerê de, beşdaran tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina van cure çalakiyan kirin, bi taybetî li Şamê ku hejmareke mezin a Kurdan lê dimîne û pêşhatên siyasî yên welat ji nêz ve dişopînin.

 
Fly Erbil Advertisment