Rêveberiya Xweser ala Sûriyeyê li Deriyê Sêmalkayê bilind kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser ji bo cara yekem, ala nû ya dewleta Sûriyeyê li Deriyê Sînorî yê Sêmalka ku herêmê bi Herêma Kurdistanê ve girêdide, bilind kir.

Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî hatine parvekirin, ala Sûriyeyê li kêleka ala Rêveberiya Xweser li ser derî hatiye daliqandin. Ev pêngav di demekê de tê ku danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de bi astengiyan re rûbirû ne û her du alî hevdu bi paşxistina cîbicîkirina "Rêkeftina 10ê Adarê" tometbar dikin.

Deriyê Sêmalka xwedî girîngiyeke stratejîk û mirovî ye, ji ber ku rojane bi hezaran kes, bi taybetî penaberên ji Rojavayê Kurdistanê, ji bo derbasbûna nav Herêma Kurdistanê bikar tînin.

Bilindkirina ala Sûriyeyê wek gaveke pratîkî ya ji bo cîbicîkirina bendeke sereke ya rêkeftina navborî tê şîrovekirin. Li gorî rêkeftina 10ê Adarê, divê hemû sazî û dezgehên sivîl û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav de deriyên sînorî, firokexane û çavkaniyên petrol û gazê, bikevin bin kontrola rêveberiya dewleta Sûriyeyê.

Ev pêngav wek nîşaneke ciddî ya Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna lihevkirinê tê dîtin, lê çav li rê ye ku gavên berbiçav ji aliyê Şamê ve jî werin avêtin da ku rêkeftin bi temamî bikeve warê cibicîkirin.

 
Fly Erbil Advertisment