Serok Barzanî sersaxî ji Elî Sîstanî re xwest

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî sersaxî ji Lêvegerê Bilind ê Şîeyan li Iraqê Elî Sîstanî re xwest.
Serok Barzanî îro (Duşem, 29ê Îlona 2025ê) di peyamekê de ragihand, “Bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya hevjîna Lêvegerê Bilind ê Şîeyên li Iraqê Seyîd Elî Sîstanî gihîşt me.”
Serok Barzanî herwesa got, “Em sersaxiyê ji malbata wî ya rêzdar re dixwazin û em ji Xudayê mezin dixwazin ku kesa wexerkirî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bi malbata wan bide.”
Nivîsîngeha Necefê duhî (Yekşem, 28ê Îlona 2025ê) nûçeya wexera dawiyê ya hevjîna Lêvegerê Bilind ê Şîeya li Iraqê Elî Sîstanî belav kir.
Li gorî wê ragehandinê, merasîma binaxkirina cenazeyê hevjîna Sîstanî dê îro (Duşem, 29ê Îlona 2025ê) seet 08:00 li Mizgefta Tûsiyê û behiya wê jî dê li Mizgefta Xezrayê bê lidarxistin.