Serok Barzanî sersaxî ji malbata Xalid Şilî re xwest

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî sersaxî ji malbata Pêşmergeyê kevn û kesatiya navdar a devera Behdînan Xalid Şilî re xwest.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Barzanî îro (Çarşem, 1ê Cotmeha 2025ê) êvarê bi rêya telefonê sersaxî ji malbata Pêşmergeyê kevn û kesatiya navdar û têkoşer a devera Behdînan Xalid Şilî re xwest, ku ji ber nexweşiyekê wexera dawî kiriye.
Baregayê Barzanî di ragihandina xwe de herwesa gotiye, “Tevî diyarkirina hevxemiyê, Serok Barzanî herwesa hêvî kir ku Xudayê mezin canê Xudêjêrazî Xalid Şlî bi bihuşta mezin şa bike û sebir û hedarê bi malbat û kesûkarên wî jî bide.”