Nêçîrvan Barzanî û Xemîs Xencer pirsa hilbijartinên Iraqê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê pêvajoya siyasî li Iraqê û amadekariyên hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê nîqaş kirin. Herwesa girîngiya hevahengî û hevkariyên di navbera hêz û aliyên siyasî de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê jî tekez kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan îro (Çarşem, 1ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer û şanda pê re kir, ku ji hejmareke berpirsên wê hevpeymaniyê pêk hatibû.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye, “Rewşa giştî ya Iraqê, pêvajoya siyasî li wî welatî û amadekariyên hilbijartinên paşerojê yên Encûmena Nûnerên Iraqê di çarçoveya hevdîtinekê de hat nîqaşkirin.”

Malpera navbirî amaje jî daye, “Herwesa herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser têkiliyên di navbera Hewler û Bexdayê de û diyaloga di navbera wan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî li hev guhertin.”

Herdu aliyan herwesa girîngiya hevahengî û hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên wî welatî û xebata ji bo biserxistina hilbijartinên Encûmena Nûneran û parastina aştî û tenahiya wî welatî jî tekez kir.

Li gorî wê dema ku ji hêla Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hatiye destnîşankirin, gera şeşê ya hilbijartinên Encûmena nûnerên Iraqê dê li roja 11ê Mijdara îsal bên kirin, ku 31 hevpeymanî, 38 partiyên siyasî û 79 namzetên serbixwe li ser 329 kursiyan pêşbaziyê dikin.

 

 
Fly Erbil Advertisment