Şêx Casim Mihemed: Em Serok Barzanî wek berpirsê xwe dizanin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî û hewlên berfireh ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro li Bexdayê di navbera malbata kujer û malbatên hersê qurbaniyên bûyera li benzînxaneya Hewlêrê de, lihevhatina eşîranî hat lidarxistin. Bi vê yekê, dawî li metirsiya derketina fitneyekê di navbera Kurd û Ereban de hat anîn.
Bûyer di 6ê Tebaxa 2025an de qewimîbû, dema ku karkerekî benzînxaneyekê li Hewlêrê piştî nîqaşekê, sê kes ku yek jê Kurd û du jî Ereb bûn, kuştibûn. Ev bûyer metirsiyeke mezin a derketina aloziyê di navbera pêkhateyan de çêkiribû, lewma rasterast bi destpêşxeriya Serok Barzanî hewlên ji bo aramkirina rewşê dest pê kirin.
Di merasîma lihevhatinê de, nûnerên malbatên qurbaniyan û serokeşîrên Ereb spasiyeke taybet pêşkêşî Serok Barzanî kirin û rola wî di vemirandina agirê fitneyê de bilind nirxandin.
Şêx Casim Mihemed, mamê yek ji qurbaniyan, peyameke xurt da û got: "Peyama me ji bo birayê me yê hêja Serok Barzanî ye. Çawa ku ew berpirsiyariya Kurdan li ser milê xwe hildigire, em Ereb jî wî wek berpirsê xwe dibînin. Têkiliya me û biratiya me ti carî naqete."
Herwiha Serokê Hoza Benî Kilab, Şêx Ebû Muşriq tekez kir ku tawankar tenê nûnertiya xwe dike, ne nûnertiya Herêma Kurdistanê dike û got, "Ev tawan ti pêwendiya xwe bi birayên me yên Kurd re nîne, em Kurd û Ereb bira ne."
Nûnerê Wezareta Navxwe ya Herêmê Hana Tayir û nûnerê Serok Barzanî Ednan Qerelûsî amaje kirin ku ev du meh in li ser fermana Serok Barzanî û bi hemahengiya parêzgarê Hewlêrê û Liqê Pênc ê PDKê, kar ji bo çareserkirina vê kêşeyê dikirin. Hate tekezkirin ku ligel vê lihevkirina civakî, dê yasaya serwer be û tawankar dê bigihîje cezayê xwe yê yasayî.