Nêçîrvan Barzanî piştgirî da projeya "Hejmara Min"

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 29ê Îlonê, pêşwazî li tîma projeya "Hejmara Min" kir û bi wergirtina karta xwe ya bankê, piştgiriya xwe ya tam ji bo vê projeya stratejîk a hikûmetê dubare kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê projeya "Hejmara Min" ve hatiye belavkirin, Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de pesnê tîma ciwan a ku projeyê birêve dibe da û piştgiriya xwe ji bo serxistina wê nîşan da. Di hevdîtinê de, Serokê Herêmê proseya tomarkirina xwe temam kir û karta xwe ya bankê wergirt.
Hate ragihandin ku tîma projeyê ji Berpirsa Projeyên Taybet li Nivîsîngeha Serokwezîr Şîlan Doskî û Serperiştê Projeya "Hejmara Min" Aras Selah, pêk dihat.
Projeya "Hejmara Min" yek ji projeyên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku armanc dike mûçeyên hemû mûçexwaran bi rêya bankan ve bike. Heta niha zêdetirî 900 hezar mûçexwaran di projeyê de hatine tomarkirin û hikûmet plan dike ku heta dawiya sala 2025an projeyê bi temamî biqedîne.