Ozel: Divê demildest guhertinên yasayî werin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel derbarê "Pêvajoya Aştî" de axivî û ev pêvajo wek "fersendeke girîng" binav kir. Ozel bang kir ku bi vebûna Parlamentoyê re divê sererastkirinên yasayî, bi taybetî rakirina yasaya qeyûman û berdana girtiyên nexweş, bikevin rojevê.
Ozel îro 29ê Îlonê di beşdariya bernameyeke televîzyonê de ragihand, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê lîsteyeke dirêj a karan li pêşiya wan e. Herwiha wî rexne li hikûmetê girt ku pêşketinên li Sûriyeyê wek hincet ji bo rawestandina pêvajoyê bi kar tîne û got: "Ev çima xwe li benda Sûriyeyê digirin, çi eleqeya wan bi meseleya me heye?"
Serokê CHPê daxwazên xwe yên sereke wiha rêz kirin: "Di serê lîsteyê de rewşa girtiyên nexweş heye. Divê ji bo wan sererastkirinên bilez werin kirin. Piştre jî divê qanûna têkildarî tayînkirina qeyûman û rejîma înfazê bê sererastkirin." Ozel tekez kir ku CHP dê ji bo van gavan "piştgiriyeke çalak" bide.
Ozgur Ozel herwiha bersiva rexneyên li ser beşdariya partiya xwe di Komîsyona Aştiyê de da û got: "Ev komîsyon ne tenê ya AK Partî û MHP'ê ye; ew komîsyona meclisê û ya milet e. Ji ber hurmeta me ya ji bo dengê gel, em mecbûr in ku li wir bin."
Ozel hişyarî da û got, "Heke ev fersend ji dest biçe, êdî ne diyar e ka dê kengî careke din bi dest keve." Ev daxuyanî wek zexteke nû ya ji aliyê opozîsyonê ve li ser hikûmetê tê dîtin da ku pêvajo bi gavên berbiçav pêş bikeve.