Dîrîoz: Hinardekirina petrolê dê ewlehiya enerjiyê ya Tirkiye û Ewropayê zêdetir bike

Enqere (K24) – Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ku rojane nêzî 400 hezar bermîl bû û ji Adara 2023an veya bi rêya Bendera Ceyhanê hatibû rawestandin 27ê îlonê carek din dest pê kir. Ligel karvedanên vê geşedanê pisporên enerjiyê didin zanîn dê ev yek bi pêşxistina Projeya Rêya Geşepêdanê jî bandorek erênî li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê bike ku baldikişînin dê du hundirê 3-4 salan de qebareya hinartina petrola Herêma Kurdistanê bigihîje asteke biqasî 700-800 hezar bermîlan. 

Piştî îmzekirina peymana sêalî di navbera Herêma Kurdistanê, Hikumeta Iraqê û kompanyayên petrolê li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji 27ê Îlonê ve carek din petrola Herêma Kurdistanê diherike ber bi bazara cîhanî ve ku destpêkê 190 hezar bermîl petrol tê hinartin.

Petrol ji aliyê kompanyayan û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ve li Pêşxabûrê radestî kompanyaya petrole ya bakûr tê kirin ku li wir tê pîvan û piştre jî ber bi Bendêra Ceyhanê ve tê hinardekirin. Ji vir jî ew kompanyayên ku bi Kompanyaya SOMOyê re peymanên wan hene petrolê dikirin ku akedemîsyenek jî dide zanîn; Ev ê dahata Herêma Kurdistanê dê zêde bike û têkiliyek sûdmend û serketî bi Tirkiyeyê re biafirîne.

Akademîsyen Dr. Alî Oguz Dirîoz ji K24ê re got: “Peymana hinardekirina petrolê dê ewlehiya enerjiyê ya Tirkiye û Ewropayê zêdetir bike. Li tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê bi rêya hinardekirina petrolê û rêya Geşepêdanê û berhemên pişesaziyê,wê veberhênan û dahat zêdetir bibe ku ev jî dê xweşguzariya herêmê pêş ve bibe. Tirkiye her çiqasî bîrên nû peyda bike jî hîn hem ji hêla nifûs û hem jî ji hêla xerckirinê ve îtxalkarek enerjiyê yê. Loma wergirtina petrolê ji welatekî cîran taybetî jî ji Herêma Kurdistanê dê bo bazara Tirkiye jî avantajek mezin be.”

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejî û Polîtîkayên Enerjiyê ya Tirkiyeyê (TESPAM) Oguzhan Akyener jî amaje dike, hinardekirina petrolê di warê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bûye destpêşxistineke girîng û demek dirêj bû ku potansiyelek mezin hebû di warê aboriyê de ku nedihat karîgerkirin û ev dê aboriya aliyan pêş bixe.

Serokê TESPAMê Oguzhan Akyener got: “Qebareya ku li ser hatiye lihevkirin kêm e. Kapasîteya xetên boriyan zêdetir e û dikare bigihîje milyonek bermîl. Li Herêma Kurdistanê potansiyela hilberîna petrolê nêzî 450 hezar bermîl bû.Bi veberhênanên nû re ev dê bi rihetî dê bigihîje 600 hezar bermîlan. Bi birên Kerkûkê re jî di hundirê 3-4 salan de pêkan e ku qebraya vê boriyê bigihîje 700-800 hezar bermîlan. Iraq zêdetirîn petrola xwe ji ser Kendava Basrayê ango Bendava Hurmûzê re hinarde dike, lê pêdiviya wê bi rêyên alternatif heye ku rêya herî mayînde û dikare were pêşxistin jî Tirkiye.”

Herwiha dirêjahiya Xeta Boriya Petrolê ya Kurdistanê û Ceyhanê 896 km ku 221 kîlometre di nav sînorên Herêma Kurdistanê de û 675 km jî di nav sînorê Tirkiye de cîh digre. Ev xeta Iraq û Tirkiye mezintirîn xeta boriya petrolê ye bo hinardekirina petrola Iraqê û Herêma Kurdistanê û li gorî bi rêya Besrayê, ji sedî 30 erzantir e.

 
 
Fly Erbil Advertisment