Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pîşesaziya xwe wek sektorên din pêş bixin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, kargeh û çêkirina mobîl û tabletên jîr li Hewlêrê dê 400 derfetên karî peyda bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) li ser tora civakî ya Xê ragihand: “Em dixwazin pîşesaziya xwe mîna sektorên din pêş bixin, da ku aboriya Kurdistanê tevreng bikin û zêdetir derfetên karî peyda bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, kargeha çêkirina mobîl û tabletên jîr li Hewlêrê dê 400 derfetên karî peyda bike û ligel projeyên din ên sektora taybet dê zêdetir derfetan ji bo welatiyan peyda bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) li Hewlêrê kevirê bingehîn ê kargeha Teknolojiya Zêrîn 2 danî.

Barzanî di nav wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: "Ez kêfxweş im ku kerta pîşesaziyê li Herêma Kurdistanê gihîştiye wê astê ku em karibin li vê derê mobîl û tabletên jîr çê bikin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviya xwe jî nîşan da ku, di pêngavên bê de, tevahiya pêvajoya çêkirina van amûrên jîr, ji destpêkê heta dawiyê, li Herêma Kurdistanê bê encamdan.

Mesrûr Barzanî di derheqa hevkariya navneteweyî û hêza karî de jî got: "Ev pêngav bi hevkariya kompaniyên biyanî bûye, ku zanisteke zêdetir tînin vê derê, lê ya ku ez herî zêde kêfxweş kirim şiyanên ciwanên me bi xwe ne, ji ber ku piraniya wan ciwanên ku di vê kargehê de kar dikin ciwanên Herêma Kurdistanê ne."

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment