Mûçeyên zêdetirî 10 hezar malbatên şehîdan li ser Hejmara Min tên zêdekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya Hejmara Min ragihand: “Zêdetirî 10 hezar malbatên şehîdan li seranserê Herêma Kurdistanê dê mûçeyên xwe yên Îlonê bi rêya Projeya Hejmara Min werbigirin.”

Projeya Hejmara Min di daxuyaniyekê de got: “Zêdetirî 600 hezar mûçexurên qeydkirî dikarin mûçeyên xwe yên Îlonê bi rêya amûrên ATM ên derxistina pereyî werbigirin.”

Wê projeyê amaje jî da ku, Ji bo cara yekê zêdetirî 10 hezar malbatên şehîdan li seranserê Herêma Kurdistanê dê mûçeyên xwe yên meha Îlonê bi awayekî dîjîtal bi rêya Hejmara Min werbigirin.

941 milyar û 874 milyon dînar duhî (Şemî, 29ê Mijdara 2025ê) li ser hesaba Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê wekî mafên mûçeyên Îlonê yên fermanber û mûçexuran hatin zêdekirin.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her di wê rojê de lîsta mûçeyên meha Îlonê (9) yên mûçexur û fermanberan weşand.

Li gorî wê lîstê, belavkirina mûçeyan îro (Yekşem, 30ê Mijdara 2025ê) dest pê dike û roja Sêşemê (2ê Berçileya 2025ê) bi dawî dibe.

 
Fly Erbil Advertisment