Li Îndonezyayê dibistanek hilweşiya: 91 kes di bin kavilan de mane

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Sîdoarjo yê Îndonezyayê avahiya dibistaneke Îslamî hilweşiya. Di encama bûyerê de herî kêm 3 xwendekar jiyana xwe ji dest dan û tê texmînkirin ku 91 kesên din jî di bin kavilan de asê mane. Tîmên rizgarkirinê û malbatên xwendekaran hewl didin kesên asêmayî rizgar bikin.

Bûyer, êvara roja Duşemê 29ê Îlona 2025an, di dema ku xwendekar û mamosta ji bo nimêja esrê li hev kom bûbûn, qewimî.

Berdevkê Ajansa Rêveberiya Karesatan a Hikûmeta Îndonezyayê ragihand, li gorî amarên destpêkê, 3 xwendekar jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî bêserûşûn in. Herwiha hat diyarkirin ku tê texmînkirin 91 kesên din hêj di bin kavilên avahiya hilweşiyayî de mane.

Ajansa France-Presse (AFP) ji zarê berpirsa operasyonên Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Niştimanî ya Îndonezyayê, Emy Freezer, ragihand ku tîmên rizgarkirinê hewl didin amûrên ewlehiyê bigihînin kesên ku hêj sax in û di bin kavilan de asê mane.

Freezer herwiha da zanîn ku tîmên wan li heft cihên cuda, ku gumana hebûna kesên sax lê heye, hewlên xwe zêde kirine.

 
Fly Erbil Advertisment