Serok Barzanî sersaxî ji malbata Omer Elî Şêx re xwest

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî sersaxî ji malbata Omer Elî Şêx re xwest û got ku, Ebû Farûq jiyana xwe ji bo şoreş û têkoşîna li dijî zilm û dîktatoriyê terxan kir.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi xemgîniyeke mezin ve min nûçeya wexera dawiyê ya têkoşer û azadîxwazê Kurdistan û Iraqê û sekreterê yekê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Omer Elî Şêx, ku wekî Ebû Farûq navdar e, bihîst.
Ebû Farûq jiyana xwe ji bo şoreş û têkoşîna li dijî zilm û dîktatoriyê terxan kir û hevsozê daxwazên rewa yên gelê Kurd bû.
Ez sersaxiyê ji hevjîna Ebû Farûq Xanim Pexşan Zengene, malbat, kesûkar û hevalên wî re dixwazim û ez hevparê xema wan im.
Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî Ebû Farûq bi behişta berfireh şa bike sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.
Îna lîlah weîna îleyhî racîûn
Mesûd Barzanî
2ê Cotmeha 2025ê