Parlamentoya Almanyayê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî xelat kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Parlamentoya Almanyayê ya Federal û çend dezgehên girîng ên wî welatî xelata rêzlêgirtinê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir, ji ber wan xizmetên mirovî yên ku bê cudahî pêşkêş dike. Endamekî Parlamentoya Almanyayê got, “Mafê gelê Kurd heye ku şanaziyê bi wê yekê bike ku, dezgeheke wekî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî heye.”
Şandeke navneteweyî ya pilebilind, ku ji Endamê Parlamentoya Almanyayê ya Federal ji aliyê partiya desthilatdar SPDê û Endamê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Parlamentoyê Serdar Yuksel, Serokê Encûmena Birêvebiriya Giştî ya Şêrkketa Enerjiyê Evonik û Endamê Encûmena Veberhênan û Pêşkêşkerên Almanyayê Klaus Ingel, Serokê Dezgeha Schwäbische Medienê ya Ragihandinê û Serokê Rêkxistina Helfen bringt Freudeê Hendrick Gross, Birêvebirê Giştî yê Dezgeha Caritas-Essenê li Iraqê Sherzad Thomas û Wênekêş û Rojnamevan Deniz Kartal pêk dihat, îro (Pêncşem, 2ê Cotmeha 2025ê) serdana Serokatiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Hewlêrê kir.
Di wê serdanê de, Serdar Yuksel bi awayekî fermî xelata parlamentoyê û nameyên spasiyê yên hejmareke parlamenterên Almanyaya federal pêşkêşî Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed kirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed ew xelat wekî şanaziyek ji bo Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî nirxand û got, “Ev şanda Almanyayê ev 10 sal in ku piştgiriyê dide projeyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û gelek xizmet bi hevpariya me ji aware, penaber, zarokên bêxwedî û kêmendam û zarokên ku otîzim heye re pêşkêş kirine.”
Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî eşkere jî kir ku, 12 parlamentarên Almanyayê dê ji bo Newroza bê serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Paştir Serdar Yuksel amaje da ku, serdana wî ya yekê ji bo Herêma Kurdistanê hatibû plankirin. Herwesa Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî wekî "hevkarek bawerjêkirî" bi nav kir û got, "Li tevahiya cîhanê mînakên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kêm in."
Navbirî spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir û got, “We bi hezaran kîlometre birîn û hûn hatin ba me û mafê gelê Kurd jî heye ku, bi hebûna rêxistineke mîna Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî serbilind be. Em jî dê biavê bikin ku navê vê rêxistinê li Almanyayê bi awayekî fermî tomar bikin.”
Amaje jî da ku, Serokê Parlamentoya Almanyayê ya Federal ew erkdar kiriye ku silavên wî yên taybet bigihîne Serok û karmendên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî.
Tekez jî kir, “Em gelek kêfxweş in ku em îro li vê derê ne. Bi navê Dezgeha Bundestagê. Em pîrozbahiyê û destxweşiyê li Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dikin, ji ber xebata wan a bêhempa û berdewam. Ev gelek sal in ku em bi awayekî pir bawerjêkirî bi hev re dixebitin.”
Herwesa ragihand, “Îro min karî xelatekî ji Bundestagê pêşkêşî Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bikim. Hevalê me rêzdar Mûsa ku li vê derê bi tîma xwe re karekî pir baş dike, em dixwazin li paşerojê karên xwe bi wan re zêdetir bikin.”
Eşkere jî kir, “Gelek endamên parlementoyê û wezîr jî dê di demeke nêzîk de bên Kurdistanê.” Herwesa got, “Ez difikirim ku ev xelekeke nû ye, di têkiliyên di navbera Kurdistan û Almanyayê de rûpeleke nû ye.”