Li Kirmaşanê Pêşangeha Gul û Giyayên Dermanî hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Navenda Pêşangeha Navdewletî ya bajarê Kirmaşanê, pêşangeha gul û giyayên dermanî deriyên xwe li ber serdanvanan vekir. Di vê pêşangehê de, ku dê hefteyekê berdewam bike, bi sedan hilberîner û firoşkarên gulan ji parêzgehên wekî Kirmaşan, Hemedan, Mazenderan, Gîlan û parêzgeha navendî ya Îranê beşdar bûne.

Di 120 standên pêşangehê de, zêdetirî hezar cureyên gul û riwekên malê û yên dermanî têne nîşandan. Ji bilî gulan, di pêşangehê de diyariyên taybet ên her pênc parêzgehan û pêdiviyên çandin û xwedîkirina gulan jî ji bo firotinê hatine danîn. Berhemên pêşangehê bi ji sedî 10 daxistinê ji kiriyaran re têne firotin.

Îsmaîl Babûye, yek ji beşdarên pêşangehê, derbarê girîngiya çalakiyê de got: "Ev pêşangeh ji bo me derfeteke baş e ku em karê xwe bidin nasîn û reklama berhemên xwe bikin. Em dikarin bi hevkarên xwe re li Kirmaşanê û bajarên derdorê têkiliyan deynin û karê xwe berfirehtir bikin."

Qeyrana Aborî Bandorê li Ser Hêza Kirînê Dike

Tevî ku pêşangeh bi rengekî ciwan û balkêş hatiye amadekirin, hin firoşkar ji kêmbûna eleqeya kirînê ya xelkê nîgeran in. Firoşkarê gulan Perîweş Muzeferî diyar kir, her çiqas kalîteya gulan îsal ji salên borî baştir be jî, ji ber qeyrana aborî û rewşa nebaş a darayî, hêza kirîna welatiyan gelekî kêm bûye. 

Perîweş Muzeferî got jç: "Mixabin, bûdceya xelkê li gorî salên borî gelek kêm bûye û ev yek bandorê li ser firotina me dike."

Li aliyê din, welatiyên ku serdana pêşangehê dikin, ji cure û kalîteya gulan razî ne. Mihemed Remezanî, yek ji serdanvanan, got ku nirxên gulan guncaw in û bang li welatiyan kir ku ji bo xweşikkirina malên xwe gulan bikirin û çanda xwedîkirina riwekan di nav civakê de belav bikin.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment