Pervin Buldan: Em serdana Îmraliyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke şanda Îmraliyê amaje da ku, hevdîtin û civîn dê ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê berdewam bin.

Fraksiyona AK Partiyê li Parlementoya Tirkiyeyê serdana Dem Partiyê kir û piştî civîna di navbera wan de, Endama Şanda Îmraliyê Parvin Buldan di konferanseke rojnamevanî de bersiva rojnamevanekî da û ragihand ku, ew dê di demeke nêzîk de serdana Îmraliyê bikin û bi Abdullah Ocalan re bicivin.

Parvin Buldan herwesa got, “Civînên Serokkomarê Tirkiyeyê yên li ser pêvajoya aştiyê girîng wesifandin û amaje da wê yekê jî ku, hevdîtin û civîn dê ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê berdewam bin.”

Civîna yekê ya Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê, ku girêdayî biserxistina pêvajoya aştiyê ya Nû bû, li roja Sêşemê (5ê Tebaxa 2025ê) saet 11:00 ê şevê hat destpêkirin.

Komîsyona Parlementoya Tirkiyeyê ya girêdayî pêvajoya aştiyê ji 48 endaman pêk tê; ku ji AK Partiyê re 21 endam, ji CHPê re 10 endam, ji Dem Partî û MHPê re 4 endam, ji IYI Partî û Yeniyolê re jî 3 endam hatine diyarkirin û ji her partiyeke din a ku fraksiyonên wan tune ne re jî yek endam hatiye diyarkirin.

Komeke 30 kesî ya PKKê li roja Înê (11ê Tîrmeha 2025ê) li şkefta Caseneyê li devera Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê çekên xwe şewitandin.

 
Fly Erbil Advertisment