Li Lyonê pêşangeha 4 şêwekarên ji Rojavayê Kurdistanê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Lyon ê Fransayê, pêşangeheke şêwekarî ya 4 şêwekarên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariyeke berfireh a hunermendên Fransî hate vekirin. Pêşangeha bi navê "Sîberên Rojhilatî", bûye pireke çandî di navbera hunera Kurdî û Ewropî de. 

Pêşangeh bi armanca hevguherandina ezmûn û pisporiya hunerî di navbera hunermendên Kurd û Fransî de, li hola Rêxistina Şêwekarên Lyonê tê lidarxistin. Di pêşangehê de tabloyên curbecur û bi rengên balkêş ên şêwekar Serwer Elwanî, Xelîl Hemsork, Mihemed Elî Mûsa û Sozdar Sîdo tên nîşandan.

"Em Dixwazin Hunera Xwe Bidin Naskirin"

Ji aliyê xwe ve, hunermendê beşdar Xelîl Hemsork ê ji Kobanî, bal kişand ser girîngiya naskirina hunera Kurdî li qada navneteweyî û got: "Ez dixwazim ku li her cihî, ji bo hunera Kurdî tiştek were lidarxistin, çi mihrîcan be, çi pêşangeh be. Ev tiştekî gelek hêja û girîng e. Em dixwazin van berhemên xwe yên hêja bigihînin Ewropiyan."

Giringîpêdana ji bo pêşangehê ne tenê ji aliyê hunermendan ve bû. Serdanerê bi navê Ruşdî Muxtar jî diyar kir ku ew bi dîtina van berheman gelek serbilind bûye û pesnê teknîkên cuda yên wekî şewitandina li ser text û nîgarên bi boyaxa zeytê da.

Hunermendên Fransî Heyran Man

Di vekirina pêşangehê de, zêdetirî 150 hunermend û şêwekarên Fransî amade bûn û eleqeyeke mezin nîşanî berheman dan.

Hunermendê Fransî, Dimitri Renusi, yek ji beşdaran bû û dîtinên xwe wiha parve kirin: "Em îro li pêşangeha Rêxistina Hunermendên Lyonê ne ku pêşwazî li hejmarek hunermendên Kurd ji Kurdistanê kiriye. Tabloyên wan çanda Kurdî nîşan didin. Herwiha, tabloyên cuda û bi şêwazên cuda ku nivîsandinên helbestan û tevgerên semayê li xwe digirin hene. Tevliheviyeke ciwan di navbera xemgînî û hêviyê de di berheman de heye."

Herwiha, Ana Sofî, Berpirsa Rêveberiya Rêxistina Hunermendên Lyonê, kêfxweşiya xwe ji bo mazûvankirina hunermendên Kurd anî ziman û got: "Cihê dilxweşiyê ye ku em pêşwaziyê li hunermendên Kurd dikin. Hunereke dewlemend û cor bi cor heye, wekî şewitandina li ser dar û rengên ciwan. Piraniya hunermendan, tevî ku ji welatên cuda yên Ewropayê wekî Almanya û Fransayê ne, bi resen Kurd in."

Pêşangeha "Sîberên Rojhilatî" ku li qeraxên Çemê Ron li bajarê Lyonê hatiye vekirin, ji 1ê Cotmehê ve deriyên xwe ji serdaneran re vekiriye û dê heta 14ê Cotmehê berdewam bike.

 
 
Fly Erbil Advertisment