PWK: Berpirsên kuştinan nikarin me bi tîşortên "Torosa Sipî" bitirsînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyekê bertekeke tund nîşanî firotina tîşortên bi çapa "Torosa Sipî" da, ku ji aliyê kompanyaya "Ötüken Online" ve tên hilberandin û li ser platforma "Trendyol"ê tên firotin. PWKê ev pêngav weke gefeke vekirî, sûcekî li dijî mirovahiyê û hewldanek ji bo tirsandina gelê Kurd bi nav kir.

Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 6ê Cotmehê di daxuyaniyê de amaje bi wê kir ku wesayîta "Torosa Sipî" sembola serdemeke tarî ya salên 1990î ye, ku tê de dewleta Tirk bi navê "faîlî meçhûl" (kuştinên kujerên wan nediyar) 17 hezar Kurd revandin û qetil kirin. Li ser tîşortan nivîsa provokatîf a "Hifdeh hezar kes çawa di Torosek Sipî de cih digirin?" hatiye nivîsandin.

Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê:

Hilberînerê bi navê ‘Ötüken Online’ bi sernavê ‘Ji bo hezkirîyên Torosê’ tîşortên bi çapa ‘Torosa Sipî’ çekirîye û  Platforma firotanê ya dîgîtal a bi navê ‘Trendyol’ ê jî ev tîşort li ser platforma xwe daye firotinê. Li ser van tîşortan ‘Hifdeh hezar kes çawa di Torosek Sipî de cîh digirin?’ hatiye nivîsandin.

Di salên 1990î de Dewleta Tirkiyeyê, 17 Hezar kuştinên bi navê ‘faîlî meçhûl’ (Kuştinên Kujerên Wan Nenas) û gelek operasyonên din pêk anîbû. Wesayîta Torosa Sipî jî sembola wan kuştinên ‘faîlî meçhûl’ bû.

‘Torosa Sipî’ ne tenê wesayîteke; ew nîşana serdemeke tarî ye di dîroka me ya nêz de ye ku bi hezaran kes bi zorê hatine windakirin û bi kuştinên kujerên wan nenas hatine tunekirin.

Ev tîşortên bi sembola Torosa Sipî ji alîyê kompanyaya hilberîner a bi navê ‘Ötüken Online’ ve hatine hilberîn, tehdîdeke cidî ye ku dê kuştinên kujerên wan nenas ji nû ve dest pê bikin. Ev helwesta, sûcekî li dijî mirovahîyê ye û ev sûc nikarin bibin mijara mîzahê, nostaljiyê, yan jî qezenceke ticarî.

Ji ber ku berpirsyarên kuştinên ‘kujerên wan nenas’ heta îro jî nehatine eşkerekirin û darizandin; îro jî ev yeka, cesaretê dide yên ku tîşortên bi vî rengî hildiberînin, difiroşin û bazirganîya wan dikin. 

Ji ber ku eve 100 sal in, berpirsiyarên kuştin û komkujîyên bi awayekî plankirî, ji aliyê navendên aşkere û tarî yên Dewleta Tirkîyeyê ve hatine kirin nehatine darizandin û cezakirin; tehdîd îro jî bi şiklên cuda cuda  didomin.

Divê xwedîyên ‘Ötüken Online’ û yên wek wan difikirin jî zanibin ku miletê Kurd 100 sal in li ber tu komkujî, jenosîd û kuştinên ‘’kujerên wan nenas’’, sîyasetên asîmîlasyonê û qetlîaman serê xwe netewandîye û ji îro pê ve jî dê netewîne.

Em helwesta nemirovane ya ‘Ötüken Online’ û ya ‘Trendyol’ a ku alîkarîya wê dike, şermezar dikin. 

Em bang li hemû Baroyên li Kurdistanê, hemû parêzvanên mafên mirovan û edaletê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku ji bo darizandin û cezakirina vê helwesta nemirovane ya ‘Ötüken Online’ û vê kiryara tîcarî ya ‘Trendyol’ a  ku bûye amûra wan û alîkariya wan kirîye, helwest bigrin û bikevin nav tevgerê.

 
Fly Erbil Advertisment