Helbestvana Kurd Mizgîn Hesko koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd a naskirî Mizgîn Hesko, ku yek ji dengên herî berbiçav ên helbesta nûjen a Kurdî li diyasporayê bû, koça dawiyê kir. 

Helbestvan Mizgînê Hesko ku ev zêdetirî sê salan bû li dijî nexweşiya penceşêrê têdikoşiya, şeva borî li bajarê Bielefeldê yê Almanyayê, ji ber nexweşiyê di 52 saliya xwe de, koça dawiyê kir. 

Mizgîn Hesko di sala 1973an de li gundê Şilhomiyê yê Tirbesipiyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû, ji sala 1992an ve li Almanyayê dijiya û dayika sê zarokan bû.

Hesko di nav civata Kurd a li diyasporayê de helbestvaneke çalak bû, bi berdewamî beşdarî mîhrîcan û çalakiyên wêjeyî dibû û heta dawiya jiyana xwe 14 dîwan pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî kirin.

Ji ber keda wê ya giranbuha di warê wêjeya Kurdî de, Mizgîn Hesko di sala 2022an de hêjayî Xelata Seydayê Tîrêj hatibû dîtin. Koça wê ya dawî di nav wêjehez û rewşenbîrên Kurd de bû sedema xemgîniyeke mezin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment