Şêniyên taxên Kurdan ên Helebê banga rakirina dorpêçê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sedan şêniyê taxên Kurdan ên li Helebê, ji bo şermezarkirina dorpêça ku ji aliyê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve li ser wan hatiye ferzkirin, nerazîbûna xwe pêşan dan Ev pêngav piştî girtina rêyên sereke yên taxan bi satirên axî tê.
Bi sedan Xwepêşander li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li ber satirên axî (bendên ji axê çêkirî) yên ku ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz ve hatibûn danîn, kom bûn û daxwaza vekirina satiran kirin.
Li gorî çavkaniyan, hêzên Ewlekariya Giştî ji bo belavkirina xwepêşanderan, gaza rondikrêj bikar anîn, ku di encamê de di nava welatiyan de rewşên xeniqînê û şewata çavan çêbûn.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand, xelk li kolanan kom bûn û nerazîbûna xwe li hemberî girtina rêyan nîşan dan, ku îro serê sibehê piştî teqîneke ku hûrgiliyên wê hîn ne diyar in, ji aliyê desthilata Şamê ve hatibû ferzkirin.
Rewangehê herwiha da zanîn, aloziyeke mezin li herêmê heye û çûnûhatin di navbera her du taxan de bi temamî rawestiyaye, ku ev yek rewşa mirovî xirabtir dike, bi taybetî li gel zêdebûna kêmasiya madeyên bingehîn.
Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxên Kurdan tê nasîn û bi dehhezaran Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn. Ew tax di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.