Rêxistina Aşûrî: Paşguhkirina cejnên Akîto û Newrozê nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk, nerazîbûneke tund nîşanî biryarnameya nû ya derbarê betlaneyên fermî de da, ku tê de cejnên neteweyî yên Akîto û Newrozê hatine paşguhkirin. 

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera, biryarnameya hejmar (188) a sala 2025an derbarê bone û bihnvedanên fermî de derxist, lê Cejna Newrozê û Akîto, di nav de cih negirt. Vê yekê nerazîbûneke berfireh di nav çalakvan û siyasetmedarên Kurd û Suryanî-Aşûrî de çêkir.

Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk îro 6ê Cotmehê bi daxuyaniyekê, ev pêngav weke dûrxistina pêkhateyên Suryanî-Aşûrî û Kurd bi nav kir û daxwaza naskirina her du cejnan kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çend pirrengiya olî di lîsteyê de hatiye parastin, lê paşguhkirina cejnên neteweyî li dijî Daxuyaniya Destûrî ye ku pirrengiya etnîkî ya Sûriyeyê pesend dike. 

Rêxistinê tekez kir, Cejna Akîto "cejna resen a Sûriyeyê ye" ku bi hezaran salan e tê pîrozkirin, û nenasîna wê û ya Newrozê weke înkarkirina dîrok û çanda pêkhateyên welat e.

Di dawiyê de, Rêxistina Aşûrî daxwaz ji Serokatiya Komarê kir ku careke din li biryarnameyê binêre û Cejna Akîto û Newrozê weke betlaneyên fermî û niştimanî ji bo hemû Sûriyan lê zêde bike, da ku bi rastî dewlemendiya çandî ya welat nîşan bide.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment