Piştî 8 salan, hunermend Rojbîn Şara bi "Wey Li Minê" vegeriya

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd a ji Bakurê Kurdistanê Rojbîn Şara, piştî bêdengiyeke dirêj a 8 salan, bi klîbeke nû ya bi navê "Wey Li Minê" careke din vegeriya qada hunerê. 

Berhema nû ya hunermendê, "Wey Li Minê ", ji aliyê Kurdmax Music ve hatiye çêkirin û belavkirin. Gotin û muzîka stranê ji aliyê Dilovan Mihemed û Zeman Mihemed ve hatiye amadekirin. Stran, behsa qêrîn û hesreta jineke ku li pey çûna hezkiriyê xwe dinale dike.

Rojbîn Şara, ji ber ku di bernameyên xwe de bi rêya stranan helwesta xwe ya siyasî anîbû ziman, ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve rastî cezayê hatibû. Ji ber vê yekê, ev 8 sal in ku derfeta wê nîne vegere warê xwe li Bakurê Kurdistanê. Hunermend ev 7 salên dawî li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, jiyana xwe didomîne û di vê demê de ji karê xwe yê hunerî dûr ketibû.

Hunermend Rojbîn Şara ku bi eslê xwe ji navçeya Qereyaziyê ya ser bi Erziromê ve ye, nêzîkî 20 sal in di nava kar û xebata çand û hunera Kurdî de cih digire. Rojbîn Şara heta niha 4 albûm û gelek klîpên wê ji aliyê hezkiriyên wê ve hatine pêşwazîkirin. 

 

 

Fly Erbil Advertisment