Tirkiyeyê dema rawestandina geştên asmanî yên Balafirxaneya Silêmaniyê dirêj kir

Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê
Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Tirkiyeyê dema rawestandina geştên asmanî yên Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ji bo sê mehên din dirêj kir.

Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) di ragihandinekê eşkere kir, “Desthilata Balafirvaniyê ya Şaristanî ya Tirkiyeyê biryar da ku, dema rawestandina geştên asmanî yên ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê heta 6ê Çileya 2026ê dirêj bike.”

Di wê ragehandinê de amaje jî hatiye dan, “Li gorî nameyekê haydariyê, ku ji aliyê Desthilata Balafirvaniyê ya Şaristanî ya Tirkiyeyê ve hatiye derxistin, asmanê wî welatî ji bo hemî geştên ku ji Balafirxaneya Silêmaniyê tên kirin an jî dixwazin li wê balafirxaneyê dadin tê girtin.

Ev rawestandin li roja 3ê Nîsana 2023ê hatiye destpêkirin û ji wê demê ve gelek caran hatiye dirêjkirin. Hikûmeta Tirkiyeyê ev biryar bi nîgeraniyên ewlehiyê ve girê daye.

Biryara Tirkiyeyê ne tenê geştên asmanî yên rasterast di navbera Silêmaniyê û bajarên Tirkiyeyê de rawestandine, lê bandor li ser wan geştan jî heye yên ku asmanê Tirkiyeyê wekî rêya veguhertinê bi kar tînin da ku bigihîjin welatên din.

Berpirsên payebilind ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji wan jî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, gelek caran bizav kiriye ku vê pirsgirêkê bi berpirsên Tirkiyeyê re çareser bikin, lê heta niha danûstandinên wan ti encameke berçav nebûye.

 
Fly Erbil Advertisment