Li taxên Kurdan ên Helebê: Piştî rojeke tijî alozî agirbest hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rojeke tijî alozî û pevçûnên di navbera xwepêşander û hêzên hikumeta Sûriyeyê de, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê agirbest hat ragihandin. Ev pêşhat piştî ku hêzên hikumetê bi hincetên ewlehiyê dorpêçek li ser her du taxan danîbû û di encamê de nerazîbûneke mezin derketibû holê.

Destpêka Aloziyê: Dorpêç û Xwepêşandan 

Alozî duh Duşemê 6ê Cotmehê danê êvarê dest pê kir, piştî ku hêzên hikumetê heft deriyên sereke yên ku diçin her du taxan (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) girtin û rê li ber çûn û hatina şêniyan girt. Ev yek jî bû sedem ku bi sedan şêniyên her du taxan dest bi xwepêşandanekê bikin. Xwepêşanderan daxwaza rakirina van bendan û bidawîkirina dorpêçê dikirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, Hêzên Ewlekariya Giştî ji bo belavkirina girseyê gaza rondikrêj bi kar anîn. Ev yek bû sedema derketina alozî û pevçûnan. Piştî vê yekê, hikumeta Sûriyeyê hêzeke mezin a leşkerî şande derdora her du taxan û rewş zêdetir tengezar bû.

Hikumet HSDê û HSD jî Hikumetê Tawanbar Dike

Derbarê sedemên aloziyê de, her du aliyan daxuyaniyên dijber dan.

Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb, di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya “Facebook” ragihand, niyeta wan a ti pêngaveke leşkerî nîne û armanca wan parastina ewlehiya welatiyan e. 

Ezam îdia kir ku jinûvebelavbûna hêzên wan li derdora bajaran, bersivek e ji bo "binpêkirinên berdewam ên HSDê" û komên ku xwe li ba wan girtine. Xerîb herwiha destnîşan kir ku ew pabendî lihevkirina 10ê Adarê ne û deriyê diyalogê hîn vekiriye.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê ev îdia bi tundî red kirin. Di daxuyaniya xwe de, HSDê ragihand ku bûyerên li Helebê "provokasyonên komên hikumeta Şamê û hewldanên wan ên ji bo derbasbûna bi tankan" in. HSDê tekez kir ku ji dema rêkeftina 1ê Nîsanê û vekişîna hêzên wan ve, ti hebûna wan a leşkerî li herêmê nemaye.

HSDê hikumeta Şamê bi êrişkirina ser sivîlan bi hawan û dronan, danîna ambargoyeke giran û hewldana ketina taxan bi tank û panzeran tawanbar kir. 

Li gorî daxuyaniya HSDê, di encama van êrişan de qurbaniyên sivîl çêbûne û ziyanên mezin ên madî gihiştine mal û milkên welatiyan. HSDê hikumeta Şamê wek berpirsê sereke yê vê rageşiyê û zêdekirina zehmetiyên şêniyan bi nav kir.

Pêngava Dawî: Lihevkirina li ser Agirbestê

Piştî van geşedanan, ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA, ji zarê peyamnêrê xwe yê li Helebê ragihand, di navbera aliyan de lihevkirinek ji bo rawestandina şer û pevçûnan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk hatiye. 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment