Emmar Hekîm li Hewlêrê bi berpirsên pilebilind ên Herêmê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî ya Iraqê Emmar Hekîm, bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 7ê Cotmehê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, pêşwazî li Emmar Hekîm û şanda pê re kir.
Li gorî bernameya serdanê, biryar e Emmar Hekîm li Hewlêrê, derbarê çend mijarên girîng ên siyasî de, li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civîn û hevdîtinan pêk bîne.