Li Herêma Kurdistanê 576 k.m çargoşe erd ji mînan hatiye paqijkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê nahiyeya Mangêşkê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, piştî ku zeviyên çandiniyê ji mîn û teqemeniyên bermahiyên rejîma berê ya Iraqê hatin paqijkirin, cotkar piştî 35 salan careke din dest bi çandiniyê dikin.
Welatiyekî nahiyeya Mangêşkê yê bi navê Adîb Ekrem ku piştî 35 salan vegeriyaye ser zeviya xwe, ji Kurdistan24ê re ragihand, li sînorê wan zêdetirî 20 cotkar ji ber mînan ziyan dîtine û gelek welatî û ajel bûne qurbanî.
Adîb Ekrem got: "Piştî paqijkirina zeviyan ji mîn û teqemeniyan, me dest bi kêlanê kir û rewş asayî bûye. Niha ajel û pezê me jî bi awayekî azad tên vê derê, lê berê ti kesî nediwêrî nêzîkî van zeviyan bibe."
Bîlançoya mînan li Herêma Kurdistanê
Li gorî amarên fermî, rewşa giştî ya paqijkirina mînan li Herêma Kurdistanê wiha ye:
- Rûbera mînkirî: 779 kîlometre çargoşe.
- Rûbera paqijkirî: Heta niha 576 kîlometre çargoşe hatiye paqijkirin.
- Hejmara qurbaniyan: 13 hezar û 600 kes bûne qurbaniya mîn û teqemeniyan.
Muhleta 10 salan hatiye dirêjkirin
Serokê Giştî yê Dezgeha Karûbarên Mînan a Herêma Kurdistanê Cebar Mistefa diyar kir, li gorî Peymana Ottawayê ya navdewletî, diviyabû Iraq û Herêma Kurdistanê heta sala 2018an bi temamî ji mîn û teqemeniyan bihata paqijkirin.
Cebar Mistefa got: "Lê ev armanc nehat cîbicîkirin, lewma dema paqijkirinê 10 salên din hat dirêjkirin."
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Beşa Çalakiyan li Rêveberiya Karûbarên Mînan a Dihokê Ebdulazîz Mihemed Salih, mînan wekî "dijminê veşartî" pênase kir û got: "Karmendên me rojane bi canfedayî kar dikin û ew zeviyên ku mîn lê hatine çandin, paqij dikin."