Şanda Îmraliyê serdana partiyên siyasî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê îro dest bi gera bi partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re dike. Şandê destpêkê ligel Serokê Partiya DEVA Elî Babacan civiya û tê çaverêkirin ku ev hevdîtin bi aliyên din re jî berdewam bin.

Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Fayîk Ozgur Erol pêk tê, îro 12ê Berçileyê li Enqereyê serdana Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) dike û ligel Serokê Giştî yê wê partiyê Elî Babacan dicive.

Li gorî zanyariyan, mijara sereke ya civînê gotûbêjkirina pêngavên dahatû yên proseya aştiyê ye. Ev hevdîtin di demekê de ye ku partiyên siyasî mijûlî amadekirina rapor û pêşniyarên xwe ne derbarê proseyê de da ku arasteyî parlamentoyê bikin.

Hat ragihandin, şanda navborî dê piştî nîvro jî dirêjiyê bi civînên xwe bide û ligel aliyên din ên siyasî li ser heman mijarê bicive. Armanca sereke ya vê "trafîka dîplomasiyê" ew e ku lihevkirineke siyasî li ser şêwaza birêvebirina proseyê bê dirustkirin û astengiyên li pêşiya qonaxa cîbicîkirinê bên rakirin.

Proseya aştiyê li Tirkiyeyê ev zêdetirî salekê ye derbasî qonaxeke nû bûye û ev şand wekî pirekê di navbera aliyên nakok de rol dibîne.

Şanda Îmraliyê ku wekî aktorê sereke û motora proseyê tê pênasekirin, di vê maweyê de çendîn caran ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê civiya ye û peyamên wî gihandine derve.

Li aliyê din, heman şandê heta niha sê caran ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyip Erdogan jî civîn pêk anîne. Ev yek nîşan dide ku şanda navborî bûye xwediyê mifteya vekirina deriyên girtî yên siyasetê li Tirkiyeyê.