Şanda Îmraliyê piştî hevdîtina Babacan: Qonaxa yekem bidawî bû, niha dora "Yasaya Aştiyê" ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ligel Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan civiya. Piştî civînê, her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş dan û tekezî li ser giringiya qonaxa nû ya proseya aştiyê kirin.

Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Fayîk Ozgur Erol pêk dihat, îro 12ê Berçileyê serdana Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Aî Babacan kir.

Pervîn Buldan: Pêwîstiya me bi Yasaya Aştiyê heye

Piştî civînê, Pervîn Buldan di konferanseke rojnamevanî de spasiya pêşwaziya germ a Partiya DEVA kir û rola wan di vê proseyê de bi "giring û bi nirx" binav kir. Buldan diyar kir ku wan nêrîn û pêşniyarên Partiya DEVA wergirtine û dê binirxînin.

Buldan got: "Niha em gihîştine qonaxeke nû û em dikarin bêjin qonaxa yekem a proseyê bi dawî bûye. Tiştê pêwîst ji bo qonaxa yekem hat encamdan û şandeke komîsyonê çû Îmraliyê û civîneke giring pêk anî."

Derbarê qonaxa bê de jî Buldan destnîşan kir: "Niha qonaxa zemîneya yasayî ya proseyê ye û pêwîst e bi awayekî bilez pêngav ji bo vê bên avêtin. Pêwîstiya me bi Yasaya Aştiyê û çaksaziya yasayî heye da ku prose serkeftî be."

Alî Babacan: Em di qonaxeke hestiyar de ne

Ji aliyê xwe ve, Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan ragihand ku wan ligel şandê bîr û nêrînên xwe yên derbarê proseyê de parve kirine û metirsî û pêngavên pêwîst gotûbêj kirine.

Babacan got: "Em di qonaxeke giring û hestiyar a proseyê de ne. Êdî komîsyona parlamentoyê raporta taybet bi proseyê û çaksaziyên yasayî amade dike. Raporta taybet a partiya me jî di qonaxa amadekirinê de ye û em ê di çend rojên bê de pêşkêşî parlamentoyê bikin."

Babacan di dawiyê de tekez kir, ew ji destpêkê ve piştevaniya vê proseyê dikin û dê berdewam bin, herwiha bang li Serokkomar Erdogan kir ku zanyariyên zêdetir derbarê proseyê de bide raya giştî.