Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotineke Pervîn xanimê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir. Piştî civînê, Pervîn Buldan ragihand, ew derbasî "qonaxa duyem" bûne û daxwaza "Yasaya Aştiyê" kir. Devlet Bahçelî jî piştgiriya xwe ya tam ji bo gotinên Buldanê nîşan da.
Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Fayîk Ozgur Erol pêk tê, îro 12ê Berçileyê li Parlamentoya Tirkiyeyê ligel Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî civiya.
Buldan: Pêdiviya me bi "Yasaya Aştiyê" heye
Piştî civînê, Pervîn Buldan daxuyaniyek da û diyar kir, civîneke gelekî berhemdar û bi qîmet encam dane. Buldan aşkere kir ku wan zanyarî derbarê hevdîtina 2ê Berçileyê ya li Îmraliyê û nîqaşên piştî wê de, dane Bahçelî.
Buldan got: "Me qonaxên proseyê gotûbêj kirin. Bi dîtina me, divê em li ser zemîneke nû an jî qonaxeke nû pêngavan biavêjin. Pêwîst e em bêjin ku em derbasî qonaxa duyem bûne. Di qonaxa duyem de pêdiviya me bi zemîneke yasayî û hiqûqî heye. Helbet divê ev rêkarên yasayî bibin 'Yasaya Aştiyê'; em bi taybetî vê yekê tînin ziman."
Buldan diyar kir, wan hêviyên xwe yên derbarê yasayê de ji Bahçelî re vegotine û daxwaza alîkariyê jê kirine. Buldan got: "Jixwe Birêz Bahçelî ji destpêka proseyê ve alîkariyên gelekî bi qîmet kirine, em ji dil bawer in ku dê ji niha û pê ve jî berdewam be."
Bahçelî: Ez hemû gotinan erê dikim
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî piştî daxuyaniya Buldanê, bi awayekî kurt û zelal piştgiriya xwe nîşan da û got:
"Pervîn Xanimê her mijar bi zelalî anî ziman. Ez îmzeya xwe davêjim bin her gotineke wê."