Serok Barzanî û Emmar Hekîm hilbijartinên parlamenê û çend mijarên din gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî, Seyîd Emmar Hekîm û şanda pê re kir.
Li gor daxuyaniyeke ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye belavkirin, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û ya herêmê bi giştî hat nirxandin.
Herwiha, di civînê de behsa kêşe û astengiyên di nava proseya siyasî ya Iraqê de û peywendiyên di navbera aliyên siyasî de hat kirin.
Baregeha Barzanî herwiha da zanîn, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê jî mijareke din a girîng a hevdîtinê bû.