Xula 5em a Festîvala Fîlman li Silêmaniyê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Xula pêncemîn a Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê, bi dirûşma "Çanda Kurdî û Zimanê Dayikê" sibe dest bi çalakiyên xwe yên hunerî dike û dê hefteyekê berdewam be.
Çalakiyên festîvalê ji sibe 9ê Cotmehê, heta 16ê Cotmeha 2025an berdewam dikin. Derbarê vê yekê de, berdevka festîvalê Aşna Reûf ji K24ê re ragihand: "Sibe Pêncşemê saet pêncê êvarê, li jêr dirûşma 'Çanda Kurdî û Zimanê Dayikê', Xula Pêncemîn a Festîvala Fîlman a Silêmaniyê dest bi çalakiyên xwe dike."
Aşna Reûf herwiha diyar kir, merasîma vekirinê dê li Eywana Kongreyan a Zanîngeha Silêmaniyê bi beşdariya Koma Muzîkê ya Payîz were lidarxistin. Piştre, dê xelatên rûmetê yên bi navên "Şikodarî" ji Bîjen Kamkar re, "Perçem" ji Jiyan Îbrahîm Xeyat re, "Xelata Ehmed Kaya" ji Îsmaîl Beşîkçî re û "Xelata Tehayê Kerîmî" jî ji Mam Pola re werin bexşandin.
Berdevka festîvalê da zanîn ku piştî belavkirina xelatan, fîlmê sînemayî yê Kurdî "Zerbûna Pelên Dara Gûzan", ku derhêner, berhemhêner û senarîstê wî Mihemed Elî Konar e, weke fîlmê destpêkê yê festîvalê hatiye hilbijartin û dê bi amadebûna ekîba fîlmê were nîşandan.
Herwiha hat ragihandin ku ji nav 150 fîlmên hatine pêşkêşkirin, dê 95 fîlm di beşên (kurtefîlm, belgefîlm, fîlmên dirêj û fîlmên ciwanan) de bikevin pêşbirkê, û 55 fîlmên din jî dê li derveyî pêşbirkê li Sîtî Sînemayê werin nîşandan.
Ji roja duyemîn a festîvalê û pê ve dê panel jî dest pê bikin, ku ji pênc panelan pêk tên û dê li eywana Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê birêve biçin.