Hatîmogullari: Bêyî azadiya Demîrtaş û girtiyan, bawerî bi pêvajoya aştiyê çênabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di beşdariya xwe ya li Dîdara MERI de ragihand, her çend piştgiriya gel ji bo pêvajoya aştiyê bilind be jî, ji ber nebûna gavên kirdarî baweriya gel bi serkeftina pêvajoyê kêm e.

Hatîmogullari îro 8ê Cotmehê li Hewlêrê di çarçoveya paneleke Dîdara MERI de diyar kir, civak xwedî li pêvajoyê derdikeve lê ji ber ku hikûmet gavên şênber navêje, bawerî lawaz dibe. Herwiha weke mînak doza Selahattîn Demîrtaş anî ziman û got: "Selahattîn Demîrtaş nêzî neh sal in di zîndanê de ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sê caran biryara azadkirina wî daye. Lê Tirkiyeyê di roja dawî ya dema îtirazê de, li dijî biryarê îtiraz kir û ev yek bû sedem ku Demîrtaş neyê azadkirin."

Hevseroka DEM Partiyê tekez kir: "Kiryarên bi vî rengî baweriya civakê bi pêvajoyê kêm dikin. Eger Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên doza Kobanê hatibana azadkirin, dê baweriya civakê bi pêvajoyê zêdetir bibûya."

"Bêyî yasayan, karê komîsyonê vala derdikeve"

Tulay Hatîmogullari herwiha bal kişand ser girîngiya avêtina gavên yasayî û got, ew girîngiyeke mezin didin damezrandina "Komîsyona Pêvajoya Aştiyê", lê ya ji wê girîngtir avêtina gavên pratîkî ye.

Hatîmogullari pirsên ku divê bi rêya yasayan werin çareserkirin wiha rêz kirin: "Hê ti pêngaveke yasayî nehatiye avêtin. Divê ji bo kesên ku çekên xwe danîne û dixwazin beşdarî siyaseta demokratîk bibin rê were vekirin. Ya duyem, mijara 'Mafê Hêvî' yê ji bo birêz Abdullah Ocalan heye ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derbarê vê de bang li Tirkiyeyê kiribû. Herwiha li Tirkiyeyê nêzîkî heft hezar girtiyên siyasî û rojnamevanên girtî hene, divê ew werin azadkirin."

Herwiha Hatîmogullari hişyarî da û got: "Heta ku derbarê van mijarên bingehîn de gav neyên avêtin û yasa neyên derxistin, karê komîsyonê vala derdikeve."

 
Fly Erbil Advertisment