Mesrûr Barzanî: Eger PDK nebûya, niha tiştek bi navê Herêma Kurdistanê nemabû

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 8ê Cotmehê li Hewlêrê bi berbijêrên PDKê yên ji bo Encûmena Nûneran a Iraqê re civiya.

Di civînê de, Cîgirê Serokê PDKê daxwaz ji berbijêran kir ku di çarçoveya yasa û rênmayan de bi awayekî şaristanî bangeşeya hilbijartinan bikin û bibin mînakeke baş a rewiştbilindiya kadroyên partiyê.

Mesrûr Barzanî tekez kir, "eger PDK bihêz be, Kurdistan jî bihêz dibe û mafên gelê Kurdistanê dê parastî bin." Herwiha got, PDK ne tenê berevaniyê li mafên gelê Kurdistanê dike, lê di heman demê de piştgiriyê dide mafên hemû pêkhateyên Iraqê.

Cîgirê Serokê PDKê tekez kir: "Eger PDK nebûya, niha tiştek bi navê Herêma Kurdistanê nemabû." Herwiha diyar kir, gelek aliyan daxwaz dikir ku tawîz li ser mafên gelê Kurdistanê were dayîn, lê "PDK bi rêbertiya cenabê Serok Barzanî bi hemû hêza xwe berevanî li mafên rewa yên gelê Kurdistanê kir û di bin ti zextekê de amade nebû tawîzê li ser mafên me yên neteweyî û niştimanî bide, ji ber ku PDKê ti carî paşkotî qebûl nekiriye û qebûl jî nake."

Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Iraq welatekî federal e, ne navendî ye û Herêma Kurdistanê jî herêmeke federal û destûrî ye û divê di vê çarçoveyê de muamele pê re were kirin. Herwiha got: "Lê mixabin li Iraqê destûr hatiye binpêkirin û bi awayekî sîstematîk rola Kurd hatiye kêmkirin. Em ti carî razî nabin ku mafên me werin binpêkirin û divê li ser bingeha siyaseta hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê reftar li gel Herêma Kurdistanê were kirin."

Cîgirê Serokê PDKê ji berbijêran re got, ew dikarin bi serbilindî ji xelkê re bêjin: "Em xwediyên sozên xwe, destkeft û projeyên mezin ên Kurdistanê ne. Em xwediyên pêşketina berfireh û avadaniya Kurdistanê ne."

Di dawiyê de, Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê nîşan da ku "ezmûna xwe ya serkeftî di warên avadankirin, binesaziya aborî, rê û banan, dabînkirina av û elektrîkê, çalakkirina sîstema bankî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan de, bi hikûmeta federal re parve bike" û di vî warî de ji bo başkirina asta xizmetguzariyan li deverên din ên Iraqê bibe alîkar.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment