Tevî rêkeftinê, dorpeça li ser taxên Kurdan ên Helebê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî rêkeftina 7ê vê mehê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, dorpeça li ser taxên Kurdî yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Helebê hîn jî berdewam e. Rêveberiya taxan hişyarî dide ku ji ber rêgirtina li derbasbûna xwarin, vexwarin û sotemeniyê, metirsiya karesateke mirovî derketiye holê.

Rewşa li herdu taxan roj bi roj xirabtir dibe, ji ber ku hemû rêyên sereke ji aliyê çekdarên ser bi Hikûmeta Demkî ve hatine girtin û rê li ber çûn û hatina welatiyan tê girtin.

Hevseroka Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman ji medyaya navxweyî re ragihand, eger rê girtî bimînin, metirsiya karesateke mirovî mezin e, ji ber ku gelek zarok û kesên bi temen hene ku pêwîstiya wan bi alîkariyên bilez heye.

Hêvîn Silêman eşkere kir: "Ji ber girtina her heft rêyên sereke yên ku taxên me bi Helebê ve girê didin, ev 10 roj in ti tişt derbasî taxên me nebûye, ne alavên xwarin û vexwarinê, ne jî sotemenî, ku herdu jî ji bo jiyana rojane ya welatiyan pêwîst in."

Derbarê rewşa ewlehiyê de, Hêvîn Silêman got ku şer û pevçûn rawestiyane û herdu tax aram in, lê tekez kir: "Pêwîstiya me bi çareseriyeke mayînde heye, ne çareseriyeke demkî."

Aloziyên li herêmê di meha Hezîranê de dest pê kiribûn, dema ku hêzên ser bi Hikûmeta Demkî hewl dabûn derbasî taxan bibin. Piştre, di meha Tîrmehê de, di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de rêkeftinek ji bo rawestandina şer li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû ragihandin, lê dorpeça li ser taxên Helebê hîn jî ranewestiyaye.

 
Fly Erbil Advertisment