Fuad Hisên: Iraq rûbirûyî hişkesaliyeke xeter bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê hêvî kir ku, Tirkiye ji bo nehêlana krîza hişkesaliyê zêdetir avê bişîne Iraqê. Herwesa got, "Ez piştrast im ku em dê di demeke nêzîk de bi Tirkiyeyê re li ser mijara avê lihevkirinekê bikin."
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (În, 10ê Cotmeha 2025ê) di civîneke çapemeniyê ya hevpar de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re li Enqereyê got, “Di hevdîtina min a li gel Fidan de, me têkiliyên dualî yên di navbera herdu welatan de nîqaş kirin û me tekez li ser zêdetir pêşxistina wan têkiliyan kir.”
Wezîrê Derve yê Iraqê amaje j’ da, "Me di civîna îro de me behsa çend mijarên cuda cuda kir, ku mijara sereke ya wan mijara jî pirsa birêvebirina avê li Iraqê bû, herwesa me behsa wan qebxwaziyan jî kir ên ku em li seranserê deverê rûbirû bûne, xasma jî qebxwaziyên jîngehê."
Fuad Hisên li ser mijara birêvebirina avê jî eşkere kir, "Diyaloga di navbera aliyên Tirkî û Iraqî de berî salekê li ser wê mijarê hatin destpêkirin."
Navbirî herwesa got, "Em di civîna îro de gihîştin du armancên sereke yên têkildarî mijara avê. Herwesa armanca wan a demdirêj ew e ku, li ser hevfêmkirineke hevpar li ser reşnivîsekê ku girêdayî peymaneke çarçoveyî ya li ser birêvebirina avê, ev reşnivîs hatiye sererastkirin û amadekirin û ez hêvî dikim ku ew ê di demek nêzîk de bê îmzekirin."
Wezîrê Derve yê Iraqê herwesa eşkere jî kir, “Wî Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê vexwend Bexdayê da ku ew reşnivîs li Bexdayê bê îmzekirin.