Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê tê lidarxistin

Diyarbekir (K24) - Bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin ku dê di navbera 18-26ê cotmehê de Pêşangeha Pirtuka a Diyarbekirê bi tevlîbûna 205 weşanxaneyan ku 30 jê yên kurdî ne bê lidarxistin.
Li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin ku, dê îsal Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekirê ya 9. bi tevlîbûna 205 weşanxaneyan li Navenda Kongre û Pêşangehan a Mezopotamyayê bê lidarxistin. Di pêşangeha ku di navbera 18-26ê Cotmehê de bê lidarxistin de, dê 30 weşanxaneyên kurdî jî tevlî wê bibin.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya, Hevserokê Yekîtiya Weşangerên Kurd Haki Boltan, Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirk Kenan Kocaturk û Gerînendeyê TUYAPê Îlhan Ersozlu di wê civînê de amaje kirin ku her çiqas di warê weşangeriyê de qeyranek hebe jî, girîng û hêja ye ku dê 205 weşanxane tevlî wê pêşangehê bibin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî ragihand ku di warê veguhastina welatiyan bo qada pêşangehê de dê alîkariyê bidin û hêsankariyê jî bikin.