Şaxewan Ebdullah: Armanca me parastina kursiyên Kurdan li Kerkûkê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Dr. Şaxewan Ebdulla ragihand, kampanyaya wan a hilbijartinê li bajêr bi awayekî aram dest pê kiriye û tekez kir ku armanca wan a sereke parastina kursiyên Kurdan li wî bajarî ye.

Serokê Lîsteya PDK'ê li Kerkûkê Dr. Şaxewan Ebdulla ji K24'ê re axivî û diyar kir ku ew propagandaya xwe bi awayekî aram û dûrî aloziyê dimeşînin û armanc dikin ku di hilbijartinên pêş de kursiyên Kurdan biparêzin û hejmara wan zêde bikin.

Ebdullah da zanîn, tevî hin binpêkirinên wek çirandina posterên berbijêrên wan, kampanya bi giştî di atmosfereke aram de birêve diçe û teqezî li ser wê soza partiyên Kurdî kir ku ji bo propagandeyeke medenî û dûrî tundiyê dabûn.

Şaxewan Ebdulla bal kişand ser pêwendiya di navbera partiya xwe û xelkê Kerkûkê de û got: "Xelkê Kerkûkê dilsoz in û rêzê li dîrok û qurbaniyên Partiya Demokrat a Kurdistanê digirin. Me di sê salên borî de hewlên mezin dane ji bo asayîkirina rewşa bajêr û xizmetkirina welatiyan."

Herwiha amaje bi gotinên Cîgirê Serokê PDK'ê Mesrûr Barzanî kir ku tekezî li ser daxwaza Serok Barzanî kiribû û got: "Em xwedî peyamekê ne, divê propaganda nebe sedema acizkirina xelkê û bi şêweyekî şaristanî birêve biçe. Ji ber ku xelk heye razayî ye, xelk heye nexweş e. Di sala 2021'an de hemû posterên me hatin çirandin, lê me dengê yekem ê Kerkûkê bi dest xist, ji ber ku pişta me bi doza me germ e."

Di dawiya axaftina xwe de, Şaxewan Ebdulla bang li xelkê Kerkûkê kir ku bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin, da ku maf û destkeftên gelê Kurd li vî bajarî biparêzin. Herwiha got, armanca wan ew e ku hejmara kursiyên xwe zêde bikin da ku bikaribin li Bexdayê bi awayekî baştir berevaniyê li doza Kurd bikin.

Biryar e îro Şemiyê 11ê Cotmehê, ji bo nasandina berbijêrên PDK'ê li Kerkûkê karnavaleke mezin were lidarxistin.

 
Fly Erbil Advertisment