Mesrûr Barzanî: Kurdistan her dem dibe navenda pêkvejiyana aştiyane

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, îro 12ê Cotmehê li Hewlêrê beşdarî çendîn çalakiyên girîng ên olî û çandî bû û ragihand, Kurdistan dê her dem weke navenda bihêzkirina biratî û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera olan de bimîne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya fermî yê tora civakî ya "X" peyamek belav kir û tê de hûrgiliyên çalakiyên xwe yên îro eşkere kirin.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de, wiha nivîsand: "Îro li Hewlêrê, me Dêra (Um El-Nûr) vekir, kevirê bingehîn ê Peymangeha (Ezher) danî û em beşdarî merasîma derçûnê ya Peymangeha Pêşnimêj û Gotarbêjan a Hewlêrê bûn."
Ev sê çalakiyên cuda, ku hem civaka Xiristiyan û hem jî ya Misilman li xwe digirin, weke peyameke xurt a piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo azadiya olî û çanda pêkvejiyanê tê dîtin.
Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser peyama sereke kir û got: "Kurdistan, wekî her dem, dê bibe navenda pêşxistina zêdetir a biratiya di navbera olan de û pêkvejiyana aştiyane."