Dilşad Şehab: PDK xwedî armancên mezin e û aktoreke sereke ye li Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dilşad Şehab ragihand, PDK xwedî armancên stratejîk ên mezin e û ji ber vê yekê xwe di nav nakokiyên biçûk de winda nake.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Dilşad Şehabî Îro 12ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24 got: "Armanceke PDKê ji milmilaneyên biçûk mezintir heye. Em pabendî rênimayên Serok Barzanî ne ji bo avakirina keşeeke aram û em di çêkirina ti pirsgirêkê de destpêşxeriyê nakin."

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê tekezî li ser wê yekê jî kir ku "PDK lîstikvanekî serekî ye li Iraqê û proseya siyasî bêyî PDKê, proseyeke ne temam e." Herwiha got jî: "Hebûna bihêz a PDKê, proseyê di berjewendiya gelê Kurdistanê de bi cih tîne."

Di dawiya axaftina xwe de, Dilşad Şehab destnîşan kir ku PDK ne ew partî ye ku di nav nakokiyan de geş bibe, belkû "di aramiyê de, dema ku xelk bi aramî difikire û jiyaneke rehet heye, wê demê biryarên rast dide."

 
Fly Erbil Advertisment