Mehmûd Mihemed: PDK tekezî li ser cîbicîkirina destûrê, pêşketina aborî û dadperweriyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, bernameya kar a partiya wan ji bo Parlamentoya Iraqê, li ser bingeha cîbicîkirina destûra daîmî ya Iraqê, pêşxistina aborî û dadperweriyê ye. Herwiha tekez kir, PDK ji bo parastina maf û azadiyên hemû pêkhateyan û çanda pêkvejiyanê têdikoşe.

Mehmûd Mihemed îro 12ê Cotmehê di merasîma destpêkirina bangeşeya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, gotarek pêşkêş kir û bernameya PDKê ji bo xula nû ya parlamentoyê pêşkêş kir.

Mehmûd Mihemed di gotara xwe de got: "PDK tekezî li ser cîbicîkirina destûra daîmî ya Iraqê dike, da ku serweriya axê parastî be û pirsgirêk werin çareserkirin, ji ber ku çavkaniya hemû pirsgirêkên Iraqê, necîbicîkirina destûrê ye."

Berpirsê Lijneya Bilind a Hilbijartinan a PDKê da zanîn, partiya wan ji bo pêşketina aborî, pirrengkirina çavkaniyên dahatê, cîbicîkirina Madeya 140 a destûrê, û dadperweriyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê kar dike.

Mehmûd Mihemed wiha berdewam kir: "Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi serokatiya Serok Barzanî, ji bo maf û azadiyên hemû pêkhateyên Kurdistanê û pêkvejiyanê têdikoşe û em hewlên xwe di vî warî de dubare dikin. Her wiha, PDK ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyan, diyalogê weke tekane rêya çareseriyê dibîne û tekezî li ser dewleteke demokratîk li Iraqê dike."

Di dawiya axaftina xwe de, Mehmûd Mihemed bang li dengderan kir ku di roja 11ê Mijdara 2025an de, ji bo cîbicîkirina destûra daîmî ya Iraqê, parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, û ji bo dahatûyeke geştir, aramî û xweşguzeraniyê, di bin dirûşma (Hevbeşî, Hevsengî û Lihevkirin) de dengê xwe bidin Partiya Demokrat a Kurdistanê.

 
Fly Erbil Advertisment