Mesrûr Barzanî: PDK naşike, ji ber ku Serok Barzanî serokê me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 13ê Cotmehê li Dihokê ahengeke bangeşeyê ji bo piştgiriya lîsteya 275an a PDKê ji bo Parlamentoya Iraqê hat lidarxistin. Mesrûr Barzanî di gotara xwe de tekezî li ser girîngiya hilbijartinê kir û ragihand ku divê nûnerên rastîn û bihêz werin şandin Bexdayê da ku parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin.

"Armanca me şandina nûnerên rastîn bo Bexdayê ye"

Cîgirê Serokê PDKê got: "Ez gelekî kêfxweş im ku careke din bi we re şad dibim û hêvîdar im weke her carê lîsteya 275an a Partiyê serkeftineke mezin bi dest bixe." Herwiha armanca sereke ya vê hilbijartinê diyar kir û got: "Em vê hilbijartinê ji bo wê yekê dikin ku nûnerên rastîn ên xelkê Kurdistanê bişînin Bexdayê, da ku li wir parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin."

Mesrûr Barzanî her wiha hişyarî da û got: "Me dît, çendîn caran eger PDK li cihekî ne amade be û hinekên din biçin nûnertiya xelkê bikin, mafên gelê Kurdistanê hatine binpêkirin. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku nûnerên xelkê Kurdistanê, yên ku berbijêrên Partiyê ne, ser bikevin."

"Peyamên Serok Barzanî Rêberiya Me Dikin"

Cîgirê Serokê PDKê amaje bi peyamên Serok Barzanî yên di merasîma Hewlêrê de kir û got: "Divê em li ser rênimayên wî berdewam bin û bangeşeyeke bi asta bilind û bi rewişteke bilind birêve bibin. Peyama wî ya yekem ew bû ku divê her Partiyekî dilsoz ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê berdewam be. Peyama duyem jî ji bo neyarên Partiyê bû: Bes e xwe mezin bikin, ji ber ku Partî bi we naşike."

Mesrûr Barzanî sedema bihêzbûna PDKê wiha anî ziman: "Partî naşike, ji ber ku Serok Barzanî serokê me ye, rêbaza me tijî qurbanîdan û xwîna şehîdan e, ku Kurdistan gihandiye vê qonaxê."

"Şerê Kurdistanê li Bexdayê Tê Kirin"

Derbarê girîngiya hebûna li Bexdayê de, Mesrûr Barzanî got: "Ev hilbijartin ji ber wê yekê girîng e ku bandoreke wê ya rasterast li ser Herêma Kurdistanê heye. Em dibînin ku çiqas astengî ji me re çêkirin û plan li dijî me gerandin. Girîng e li wî cihê ku şerê Kurdistanê lê tê kirin, em şerê xwe bibin wê meydanê."

Herwiha rexne li hinek aliyan girt û got: "Xelkên din şanaziyê bi wê yekê dikin ku nehiştine bernameya hikûmetê bi pêş ve biçe, lê em şanaziyê bi wê yekê dikin ku em her dem di xizmeta xelkê xwe de ne û me ti carî li ser mafên miletê xwe tawîz nedaye."

Cîgirê Serokê PDKê got: "Pêwîst e beşdariyeke me ya bihêz li wî cihî hebe. Eger em li wir bihêz bin, bêguman hemû hêz û enerjiya me dê ji bo xizmeta Kurdistanê be û em ê karibin welatê xwe du caran zêdetir pêş bixin."

"Pirsgirêka me ne mûçe ye, pirsgirêka me nasnameya neteweyî ye"

Di beşeke din a axaftina xwe de, Mesrûr Barzanî bal kişand ser kûrahiya pirsgirêkên bi Bexdayê re û got: "Gelek xalên destûrî hene ku nehatine cîbicîkirin. Pirsgirêka me ne pirsgirêka mûçeyê ye, pirsgirêka me nasnameya neteweyî ye, statuya Kurdistanê ye, mafên gelê Kurdistanê ye û pirsgirêka pêkvejiyanê ye. Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku Kurdistan mînaka pêkvejiyana hemû ol û neteweyan e."

 
Fly Erbil Advertisment