Mesrûr Barzanî: Em beşek ji şerê xwe vediguhezînin wê meydana ku şerê Kurdistanê lê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 13ê Cotmehê li Dihokê ahengeke bangeşeyê ji bo piştgiriya lîsteya 275an hat lidarxistin. Di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku "PDK naşike, ji ber ku Serok Barzanî serokê me ye" û bal kişand ser girîngiya şandina nûnerên bihêz bo Bexdayê da ku "şerê xwe bibin wê meydanê" û parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin.

Deqa gotara Cîgirê Serokê PDKê:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Xwişk û birayên hêja û birêz,
Amadebûyên hêja,
Silavên Xwedê li we bin,

Gelek spas ji bo amadebûna we ya îro ji bo destpêkirina bangeşeya hilbijartinê li parêzgeha Dihokê. Ez gelekî kêfxweş im ku careke din, piştî salekê ji hilbijartinên Herêma Kurdistanê, vê carê em ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya Federal kom bûne. Ez hêvîdar im weke her carê, lîsteya PDKê, lîsteya 275an, vê carê jî serkeftineke mezin bi dest bixe. Bi piştevaniya Xwedê û dilsoziya Pêşmergeyên qehreman, kadroyên wefadar ên PDKê û cemawerê xweragir ê rêbaza Barzanî, em piştrast in ku em ê vê carê jî ser bikevin, lê em dixwazin serkeftina herî mezin li ser asta Iraqê bi dest bixin.

Hemû hilbijartin girîng in, lê vê carê ev hilbijartina me ji bo wê yekê ye ku em nûnerên rastîn ên xelkê Kurdistanê bişînin Bexdayê, da ku li wir parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin. Ev xwişk û birayên ku hatine berbijêrkirin, hemû kur û keçên we û xwişk û birayên we ne. Ez di wê baweriyê de me ku ew ê bi awayê herî baş parêzvanî û berevaniya mafên gelê Kurdistanê bikin û ez hêvîdar im ku serkeftî bin, înşallah.

"Eger PDK xwedî beşdariyeke karîger nebûbe, mafên Herêma Kurdistanê hatine binpêkirin"

Em her carê di hilbijartinan de we mandî dikin, lê em neçar in, ji ber ku xelkên din jî hewl didin ku li şûna PDKê, ew biçin û li wan postên girîng ên hikûmet û parlamentoyê xwe weke nûnerên gel bidin nasîn. Lê me çendîn carên din jî dît, eger PDK li cihekî xwedî beşdariyeke karîger û bihêz nebûbe û xelkên din nûnertiya xelkê Kurdistanê kiribin, her carê mafên Herêma Kurdistanê hatine binpêkirin. Ji ber vê yekê, gelek girîng e ku nûnerên rastîn ên xelkê Kurdistanê, ku nûnerên PDKê ne, ew ser bikevin û ew nûnertiya we bikin. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku hûn hemû beşdariyeke karîger di van hilbijartinan de bikin.

Duh, belkî we dît ku cenabê Serok dest bi bangeşeya hilbijartinê ji bo PDKê kir. Fermanên cenabê wî ji bo me hemûyan diyar û zelal in û pêwîst e em hemû li ser rênima û şîretên cenabê Serok berdewam bin û bi wî rengî dest bi bangeşeyê bikin; bi aramî, bi asteke bilind, bi rewişteke bilind a partîtî û rêbaza Barzanî ku hêjayî we ye. Em bi vî rengî diçin nav hilbijartinan. Lê di heman demê de, du peyamên girîng ên cenabê Serok hebûn ku ez dixwazim wan dubare bikim:

Peyama yekem: Pêwîst e her Partiyekî dilsoz ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê berdewam be. Vê carê, erkê van xwişk û birayên me ew e ku li Bexdayê parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin. Ev erka yekem û peyama yekem e û divê PDK parêzvan û berevanê mafên gelê Kurdistanê be.

Peyama duyem: Ji bo neyarên PDKê bû, ku cenabê Serok ferman kir: "Bes e xwe mandî bikin, ji ber ku PDK bi we naşike." Em jî di wê baweriyê de ne ku PDK naşike, ji ber ku Serok Barzanî serokê me ye, ji ber ku rêbaza me tijî qurbanîdan û ked û xwîna Pêşmergeyên qehreman û şehîdên Kurdistanê ye, ku bi rêya PDK û Barzanî ev welat gihandiye vê qonaxê. Ji ber vê yekê, heta ku ruhê şehîdên me bi me re be, heta ku duayên malbatên şehîdan û dayikên şehîdan bi me re bin û heta ku ew cemawerê xweragir bi me re be, PDK ti carî naşike.

"Girîng e em beşek ji şerê xwe bibin meydana Bexdayê"

Ev hilbijartin çima ji bo me girîng in? Ev hilbijartin ji bo me girîng in, ji ber ku bandoreke wan a rasterast li ser jiyana me li Herêma Kurdistanê heye. Me dît di demên borî de çiqas astengî ji me re derketin û çiqas pîlan li dijî Herêma Kurdistanê hatin gerandin da ku em ser nekevin. Tevî hemû wan pîlanan û tevî hemû wan qeyranan, em ne tenê nesekinîn, belkû em ber bi pêş ve jî çûn. Lê girîng e li wî cihê ku pîlan li dijî gelê Kurdistanê tên gerandin, li wî cihê ku mafên destûrî yên gelê Kurdistanê tên binpêkirin, em beşek ji şerê xwe veguhezînin wê meydanê. Ew meydan jî îro Parlamentoya Iraqê ye. Ji ber vê yekê, pêwîst e ew xwişk û birayên me yên Pêşmerge, wî şerî ji bo me li wî parlamentoyê bikin.

Xelkên din şanaziyê bi wê yekê dikin ku nehiştine bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêş ve biçin, şanaziyê bi wê yekê dikin ku li meydanên din hêz bûne. Lê em şanaziyê bi wê yekê dikin ku li meydana Herêma Kurdistanê em her dem di xizmeta miletê xwe de bûne û me ti carî li ser mafê miletê xwe tawîz nedaye. Pir girîng e li wî cihê ku pêwîst e parastina mafên me yên destûrî lê were kirin û hemû xalên destûrî werin cîbicîkirin, hebûn û beşdariyeke me ya bihêz hebe, da ku em nehêlin ti kesek, çi bîr û baweriyeke wî hebe, ji bo dijminatiya Herêma Kurdistanê, nikaribe pîlanên xwe bi ser bixe.

Gelek caran bername û pîlan hebûn da ku nehêlin Herêma Kurdistanê bigihîje mafên xwe yên destûrî yan bi pêş ve biçe. Gelek bernameyên me hebûn û gelek caran jî em tê de serketî bûn. Lê enerjiya me û hemû hêza me, gelek caran beşek jê ji bo xizmeta we bû, û beşek jî ji bo wê yekê bû ku em li hember wan pîlan û bernameyên ku li dijî we hatibûn danîn, bisekinin. Eger li wir ew derfet hebûya ku em bikaribin serkeftî bin û bihêz bin, bêguman dê hemû hêz û taqeta me ji bo xizmeta Kurdistanê bûya, da ku Kurdistan çiqas pêş ketiye, du qatan zêdetir pêş bikeve.

Gelek xalên destûrî hene ku hêj nehatine cîbicîkirin. Pirsgirêka me ne pirsgirêka mûçeyê ye. Pirsgirêka me nasnameya neteweyî, ax, statuya Kurdistanê, mafên gelê Kurdistanê, pêkvejiyan e; pirsgirêka hemû ol û neteweyên cuda yên vî welatî ye ku em bi şanazî dikarin bêjin, îro Kurdistan mînaka pêkvejiyana hemû netewe û olan e.

"Divê em statuya Kurdistanê misoger bikin"

Eger PDK di Parlamentoya Iraqê de bihêz be, bêguman dikare bandoreke mezin li ser yasayan bike û rê li ber wan bernameyên ku li dijî Herêmê ne, bigire. Em di wê baweriyê de ne ku Iraqeke federal di xizmeta me hemûyan û Herêma Kurdistanê de ye, lê mixabin gelek kes hene ku baweriya wan bi federalîzmê nebûye û gelek bendên destûra Iraqê nehatine cîbicîkirin. Divê em li ser her yek ji wan xalan bisekinin, hewldaneke ciddî bidin û berî her tiştî statuya Kurdistanê misoger bikin û nehêlin rojekê kesek çavê xwe berde ser qarîşek ji axa welatê me. Mijareke din, mijara mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ye, ku mixabin me dît çendîn sal e weke kartek siyasî li dijî Herêma Kurdistanê tê bikaranîn. Ev jî ji ber wê yekê bû ku hebûna me li Bexdayê ne bihêz bû. Em di wê baweriyê de bûn ku destûr tê cîbicîkirin, lê mixabin ne destûr hat cîbicîkirin, ne jî kesek li wir hebû ku bikaribe li şûna me parastina mafên me bike. Ji ber vê yekê, pêwîst e em milên xwe hil bikin û biçin careke din parastina mafên xwe bikin.

Eger Bexda piştevaniyê bike, Hikûmeta Federal piştevaniyê bike û hemû pabendiyên xwe yên destûrî li hember Herêma Kurdistanê bi cih bîne, bawer bikin Kurdistan dê gelek zûtir bigihîje qonaxên gelek serkeftîtir. Di dema borî de, gelek kesan bawer nedikir ku em ê bigihîjin van destkeftiyan jî. Gelek rêgirî hatin kirin, çi li hundir û çi li derve, pîlan hatin gerandin da ku ew bernameyên me yên ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê hebûn, werin rawestandin û nehêlin em ser bikevin. Kesî bawer nedikir ku em bikaribin wan astengiyan derbas bikin û wan xewnan bikin rastî. Madem ku heta niha em serketî bûne, ji vir û pê de hêviya min gelek zêdetir e ku em ê serkeftinên mezintir û pêşketinên mezintir bi dest bixin, înşallah.

"Çima PDK? Ne kesekî din?"

Gelek projeyên me hebûn, ez dixwazim hinek ji wan ji we re bibêjim, ji ber ku pir girîng e dema hûn diçin û bi xelkê re diaxivin û daxwaz dikin ku bawerî û dengê xwe bidin berbijêrên PDKê, bêguman ew dipirsin: "Çima PDK ? Çima ne kesekî din?" Ev pirs, pirsa me jî heye: "Çima PDK? Çima ne aliyekî din?" Binêrin ku PDKê ji bo we çi kiriye û binêrin jî xelkên din ji bo we çi kirine. Ev bersiva me ye ji bo wan kesên ku hêj gumana wan heye ka çawa berbijêrên xwe hilbijêrin. Binêrin, di rojên tengasiyê de, dema PDK di sengerên Pêşmerge de bû, sengerên Pêşmerge tijî endam û serkirdeyên PDKê bûn. Pêşmergeyên PDKê berevanî li axa Kurdistanê û rûmeta miletê me dikir. Îro jî PDK pêşengê avadaniyê ye. Ji ber vê yekê, pêwîst e PDK ji aliyê xelkê Kurdistanê ve were hilbijartin û baweriya xelkê Kurdistanê bi PDKê  were, ji ber ku di xweşî û nexweşiyê de, her dem PDK bi xelkê Kurdistanê re bûye û ti carî xelkê xwe bi tenê nehiştiye.

Ez dixwazim xelkê me pirsê ji aliyên din bike. Her kes azad e ji bo xwe bangeşeyê bike. Her kes azad e behsa bîr û baweriyên xwe, bernameya xwe ya hilbijartinê û paşeroja welatê xwe bike. Azad in. Lê gelo tenê sozdana bes e, yan pêwîst e em li ser kar û kiryarên wan aliyan nirxandinê bikin û li ser wî bingehî biryarê bidin? PDK nayê sozê bide xelkê Kurdistanê û bêje "Dengê xwe bidin min, ji ber ku ez ê filan rojê vî tiştî ji we re bikim." PDKewqas destkeftiyên wî hene ku bi serbilindî biçe û ji xelkê re bêje: "Min evqas destkeftî ji we re anîne û ez dixwazim ji vir û pê de, bi piştevaniya we hemûyan, destkeftiyên zêdetir jî ji bo welatê xwe bi dest bixim."

"Ti aliyek nikare pêşbirkiya PDKê bike"

Ew dîroka ku PDK heye, ew xizmeta ku PDKê kiriye, ew şehîdên ku PDKê dane û ew zehmeta ku PDKê kişandiye, ti aliyekî din li Kurdistanê nîne ku bikaribe pêşbirkiya PDKê bike. Dibe ku hinek ji vê yekê aciz bibin û dibe ku nêrînên wan cuda bin, lê bawer bikin, PDK û destkeftiyên PDKê bi ti aliyekî din re nayên berawirdkirin û pîvandin. Dilsozî û wefadariya PDKê  jî ji bo ax û xelkê Kurdistanê bi ti aliyekî re nayê pîvandin.

Gelê Birêz

Me li vir bername datanîn ku em çawa xizmeta xelkê Kurdistanê bikin, aliyên din jî bername datanîn ku çawa nehêlin em xizmeta xelkê Kurdistanê bikin. Cudahiyên me û wan ev in. Em di xizmeta we de bûn, ew rêgir bûn ku em xizmeta we bikin. Cudahiyên me ev in. Lê bi serbilindî, dema hûn diçin daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikin, ji wan re bêjin: "Dengê xwe bidin me, ji ber ku me sîngên xwe kirin mertal ji bo we, da ku em şeref û rûmeta miletê xwe biparêzin." Bêjin: "Dengê xwe bidin me, ji ber ku em ew kes bûn ku her dem li hember dijminên vî welatî sekinîn. Dengê xwe bidin me, ji ber ku baweriya me bi paşeroja vî miletî heye û ew tiştên me heta niha kirine, pêngavên destpêkê ne ji bo destkeftiyên gelek mezintir."

Projeyên Hikûmetê

Werin em behsa hinek projeyên hikûmetê bikin. Rast e ev hikûmet, hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê serkêşiya vê hikûmetê ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve ye. Şanaziya vê hikûmetê ji bo hemû xelkê Kurdistanê ye, lê şanaziya PDKê zêdetir e, ji ber ku serkêşî û ajandaya vê hikûmetê ji aliyê PDKê ve hatiye danîn û cîbicîkirin. Ji ber vê yekê, destkeftiya herî mezin a vê hikûmetê careke din vedigere ser PDKê. Mafê we hemûyan e ku hûn serbilind bin û şanaziyê pê bikin ku ev hikûmet, hikûmeta we bûye û ew destkeftiyên ku vê hikûmetê bi dest xistine, encama piştevanî û dengê we bûye.

"Kurdistan bi 5% dahatê pêş ketiye"

Em weke Herêma Kurdistanê, heta niha tenê %5ê dahatên Iraqê di destê me de bûye. Ez naxwazim bikevim nav hejmaran, lê ew budceya ku Hikûmeta Iraqê daniye, di encama dawî de tenê %5 ji budceya giştî ya Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê hatiye. Ev pêşketina ku niha li Kurdistanê heye, her çend rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê li gor serjimêriya dawî %14 e... yanî %14 niştecih, lê %5 dahat. Ew destkeftiya li Herêma Kurdistanê heye, bi %5ê dahata Iraqê bûye. Li hember wê, %86ê niştecihên hemû Iraqê, %95ê dahata Iraqê di destê wan de bûye. Bila bên berawird bikin, gelo ew pêşketina niha li Herêma Kurdistanê heye yan li her bajarekî din ê Iraqê heye? Binêrin pêşketina Kurdistanê di çi astê de ye û bajarên din di çi astê de ne?

Me gelek hewl da da ku xelkê me rehet be. Hinek maf gelek bingehîn in. Yek ji wan kehrebe ye ku pirsgirêkeke 30 salî ye û heta niha hemû Iraq pê diêşe û çareser nebûye. Me di 2023an de biryar da û di 2024an de dest bi bernameya "Ronakî" kir da ku kehrebeya Herêma Kurdistanê bikin 24 saetî. Spas ji bo Xwedê, niha navenda hemû bajarên mezin li her çar parêzgehên Dihok, Hewlêr, Silêmanî û hemû parêzgeha Helebceyê bûye 24 saetî. Eger Xwedê derfetê bide, ji bo sala bê, sala 2026an, dê hemû Kurdistan bibe xwedî kehrebeya 24 saetî.

Mijareke din, çêkirina bendav û golan bû, da ku ava baranê bi vala neçe û me li seranserê Kurdistanê çendîn bendav çêkirin. Hêvîdar im em di çêkirina bendavên din de jî berdewam bin. Mifayên van bendavan hem ji bo guhertina av û hewayê, hem ji bo xizmeta çandiniyê û hem jî ji bo girtina bîrên ava bin erdê pir girîng bûne. Ji bilî van bendavan, projeyên pir mezin ên avê ji bo gihandina avê ji bajaran re jî hene ku beşeke wan a mezin temam bûne û hinekên din jî di qonaxa cîbicîkirinê de ne.

Mijareke din, çêkirina rê û banan bû. Rê û banên ku niha li Herêma Kurdistanê hene, ez nabêjim hemû temam bûne, lê bi rêjeyeke mezin gelek baştir bûne û rêjeya qezayên trafîkê kêm bûne.

Mijara "Hejmara Min" yan jî avakirina sîstemeke bankî ya li ser standardeke navdewletî ji bo Kurdistanê, ev jî beşeke din a encam û destkeftiyên vê hikûmetê û PDKê bû. Yek ji wan tiştên ku belkî zêde nayê dîtin, avakirina binesaziya aborî ye ku me gelek bi ciddî li ser kar kiriye û ev dê bibe werçerxaneke ji bo pêşxistina binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê.

Dîjîtalkirina xizmetguzariyên hikûmetê jî ji bo kêmkirina rûtînê gaveke girîng bû. Her wiha baştirkirina asta sektora tenduristiyê jî di bernameyên me de bû.

Hemû ev destkeftî wisa bi hêsanî çênebûn. Xelkekî xwe pê mandî kiriye. Şev û roj pîlan hebûn ku em negihîjin vê qonaxê. Bername hebûn ku rêgirî were kirin da ku ti carî pêşketina Kurdistanê bi cihekî din re neyê berawirdkirin. Lê tevî van hemûyan, em li ser wê yekê rijd bûn ku divê em ber bi pêş ve biçin. Heta aliyên Kurdistanî, dilê wan bi serkeftin û pêşketina Kurdistanê xweş nîne, ji ber ku ew jî dizanin, Kurdistan ango PDK, PDK ango Kurdistan. Madem wisa ye, werin em hesabekî bi hev re bikin û bi eşkereyî bi xelkê Kurdistanê re gotûbêj bikin. Madem navê PDK û Kurdistanê ji hev cuda nabe, hûn çima dengê xwe bi vala didin?

"Divê em şerê xwe li Bexdayê bikin"

Xwişk û birayên hêja, ez naxwazim zêde dema we bigirim, lê naxwazim hûn wisa bifikirin ku ev hilbijartin ya Bexdayê ye û ji bo me ne girîng e. Belê, ji bo me girîng e, ji ber ku ew astengiyên ku li wir ji bo me tên çêkirin, rê li ber pêşketina Kurdistanê digirin. Şerê me ne li Herêma Kurdistanê ye, şerê me li Bexdayê jî ye û divê em wê yekê bikin ku xêra vî miletî tê de ye û destûr weke ku hatiye were cîbicîkirin.

Hêviya min ew e ku hûn serdana hemû malên Dihokê û bajar û gundên din bikin, ji xelkê re bêjin em dixwazin hûn piştevan bin, dengê xwe bidin me da ku em bikaribin xizmeta we bikin. Tiştê li ser milê me, xizmetkirin e, daxwaza me ji xelkê jî dengê wan e.

Karwanê me ketiye rê û înşallah heta qonaxa dawî jî em ê berdewam bin. Bi hêviya Xwedê, bi piştevaniya we û di bin sîbera Serok Barzanî de, em ê her serkeftî bin. Ji niha ve, pîrozbahiya serkeftina lîsteya 275an li we hemûyan dikim.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment